Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewleta Kurdistanê

15:00 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2014

Şehab Xalidî

Rejîmên zal û deshilatdar bi ser Kurdistanê de, û herwisa hevbîrên wan bi salan bû ku digotin Kurd hêjayî vê nînin ku bibin dewlet. Lê Kurdan li her perçeyeke Kurdistanê de bi hêvî û moraleke bi hêz ve, şoreş û xebat kirin û li jêr siya vê xebatê, her perçeyekê kariye hinek qonaxên gihîştin bi azadiyê bibire.

Di nava van perçeyan de, li Kurdistana Başûr Kurdan kariye xaka xwe li jêr lepê dîktatoriyetê rizgar bikin, û deshilata xwe ya otonom ava bikin. Wan karî biselimînin ku Kurd dikarin ji gellek welatên derdorê demokrattir û jîrtir bin ji bo deshilatdariyê.

Bi xweşî ve îro rojê ew gihîştin qonaxekê, ku bas ji diyarîkirina rojekê bo referandoma serxwebûna Kurdistanê dikin.

Lê rejîma Îranê yek ji wan neyaran e ku bi gellek sedeman ve li dijî dewletbûna Kurdan e. Lewra ragehandiye ku dibe Kurd şerê DAÎŞ bikin, û pişta Malik bigrin û yekparçeyiya xaka Îraqê biparêzin.

Lê bi xweşî ve serokên Kurdan di vê para Kurdistanê de, heya niha bi başî çûne pêş, û nexwestine ku bi hêceta parastina yekparçeyiya ku tenê bi nav maye, di şerekî de beşdariyê bikin ku ne şerê wan e. Wan ragehandiye ku yekparçeyiya bi zorî, di dawiyê de her digihîje veqetiyanê. Lewra ew bi mafê xwe dizanin ku ji niha şûnde xwe nexapînin û tenê û tenê li benda biryara xelkê xwe bin, ne eva ku bi dilê Îranê, û hinek welatên Erebî, û dijberên din kar bikin. Belê Kurd hekî bi vî awayî herin pêş û berjewendiyên neteweyî bikin bingeha kar û xebata xwe, û yekîtiya di navbera xwe de biparêzin, ew ê bikarin bibin xwedî dewlet, û xewna bi salan ya Kurdan di vê para kurdistanê de, wê ser bigre, û bê hêvîtî wê bibe para neyarên Kurdan û yek ji wan Îran.