Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewleta Sûdanê biryar daye ku pêwendiyên xwe digel Îsraîlê asayî bike

16:52 - 17 Çirriya pêşîn 2020

Ragihandinên Îsraîlê dane xuya ku dewleta “Sodan”ê piştî Oltîmatoma “Amerîka” bi “Sûdan”ê, biryar daye ku pêwendiyên xwe digel “Îsraîl”ê re asayî bike.

Roja Şemî, 17ê Çirriya Pêşîn, ragihandineke “Îsraîl”ê daye zanîn ku Amerîka di oltîmatoma xwe de bi “Sûdan”ê re ragihandiye, ku di hegera asayîbûna pêwendiyên “Sodan” digel “Îsraîl”ê, dê wî welatî ji listê reş yê piştevanê terorîzmê derxîne û dê qedexeya hatûçûya “Amrîkayiyan” bi “Sûdan”ê rê bê hilgirtinê û dê lêkolînan derheq alîkariyên zêdetir bo Sûdanê bêne kirin.

Welatê Sûdanê di heyamê deshilata berê ya“Omer Elbeşîr” de ketibû nav listê reş yê welatên piştevanê terorîzmê de, lê dîsa jî hêj ew welat ji alîkariyên hestiyar û hewce û herwisa sermayeya biyanî bê par e.

Asayîbûna pêwendiyên Sûdan digel Îsraîlê, dê hevdem digel asayîbûna pêwendiyên welatên “Îmarat û Behrên”ê digel Îsraîlê be.

Amerîkayê soz daye ku asankarî li sermayedanîn di wê welatê de bike û bi milyardan dolar ji deynên wî welatî derbas bibe û bûna danîna sermaye di wî welatî de konferansekê lidar bixe.