Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Dewleta Turk naxwaze bi fermî PKK weke mixateb û aliyê sereke yê pirsgirêka Kurd qebûl bike”

13:50 - 10 Gulan 2014

Mihemed Salih Qadirî endamê Komîteya Nawendî ya PDKÎ: “Dewleta Turk naxwaze bi fermî PKK weke mixateb û aliyê sereke yê pirsgirêka Kurd qebûl bike”.
di
Turkiye de guhertin bilez çê dibin, û niha jî guherîna navê BDP û hişdariya Ocelan di vê derheqê de, ku hekî dewlet pêvajoyê bixitimîne, emê xwebirêveberiyê ragehînin, di nav Kurdan de pirseke giring û germ ya rojevê ye, lewra wekî Rojnameya Agirî me bi hewce zanî ku di vê derheqê de, hevpeyvînekê di gel rêzdar Mihemed Salih Qadirî endamê Komîteya Nawendî ya PDKÎ pêk bînin, ku eva jêr deqa vê hevpeyvînê ye:
Pirs: Gelo bi raya we guherîna navê BDP bi çi armancî bûye, û dikare çi bandoreke erênî li ser xebata wan û çalakiyên wan di Kurdistana bakûr de bike?

Bersiv: Ez bawer im guhertina navên partiyên siyasî di Turkiyê de, cude ji astengên girêdayî bi zagonên Dadgeha Bilind a Turkiyê, pirsgirika sereke ya partî û saziyên girêdayî bi PKK nîne, belkû ya rast zelalnebûna stratejiya siyasî ya BDP bi xwe ye.

Mixabin bi sedema vê yekê ku ev partiye xwedî serxwebûnek siyasî û herwiha pêkhateya rêkxistinî nebûye, lewma herdem egera derkirina biryaran li derveyî îradeya rêveberên wê, li ser stratejî û pêkhateya vê Partiyê, ji aliyê PKK’ê ve hebûye.

Ku wusan e em dibînin ku bi hêceta cîbicîkirina qonaxa sêhemîn ya pêvajoya aştiyê ji aliyê birêz Ebdullah Ocelan ve, ev biryara han hatiye dayîn ku BDP were hilweşandin û endam û rêveberên wê tevlî Partiya nû avabûyî ya bi navê HDP (Partiya Demokrat a Gelan) bibin, partiyek ku çep û skolarên Tirk cihê xwe di nav de girtine.

Ev partiya han jî qirar e ji rêya sê çiqên xwe ve ku bo her yek ji: Kurd, Elewî û çepên Tirk re, hatiye avakirin, xebata xwe bidomîne. Tê gotin ku merema Ocelan ji derkirina biryarek han, cîbicîkirina qonaxa sêhemîn ya aştiyê ye ku xwe ji guhertina xebata çekarî ya çiya û vemalîna çekan û destpêkirina xebata legal û siyasî di Turkiyê de ye dibîne.

Serbarê vê yekê ku heta niha ji aliyê dewleta Turkiyê ve çi biryarek zelal bo cîbicîkirina vê qonaxê nehatiye dayîn, û renge cîbicîkirina qonaxek han, hewcehî bi pejirandina hinek madeyên yasayî ji aliyê AKP ve be.

Pirs: Gelo bi raya we pêvajoya aştiyê çawa diçe pêş?

Bersiv: Wek em dizanin pêvajoya aştiyê, heta niha neketiye çarçoveyeke yasayî de ku pênaseya gotûbêjek fermî di navbera PKK û dewleta Turk de bike, û aliyek sêyemîn, çavdêriya pêvajoya çareseriya pirsa Kurd bike.

Heta niha tenê ji aliyê dezgeha MÎT ya Turkiyê ve, bi serokê bendkirî yê PKK ve hevdîtinên nepenî hebûne. Ev kare bi wateya vê wateyê tê ku heta niha dewleta Turk naxwaze bi fermî PKK weke mixateb û aliyê sereke yê pirsgirika Kurd qebûl bike, yan jî bo çareseriya pirsa Kurd, semîmiyetek siyasî ji xwe ve nîşan bidet.

Serbarê wan arîşeyan eva ku xûya ye ewe ku, ne PKK û ne jî dewleta Turk naxwazin şer dest pê bike û her yek ji wan baş dizanin ku raya giştî ji şer bêzar in. Ku wusan e serbarê hêdî berbipêşveçûna pêvajoyê, lê her du alî naxwazin ew pêvajoye were xitimandin.

Pirs: Ocelan ragehandiye ku hekî pêvajo hêdî here pêş, eva ew qebûl nakin, û wê xwebirêveberiyê ragehînin, hûn vê axavtin û gefxwarinê çawa dinirxînin?

Bersiv: Di rastî de eva ku rêzdar Ocelan basa Xweseriya Demokratîk dike, di baştirîn halet de, dikare ji hêla îdarî û xizmetkarî ve bo hinek ji herêmên Bakûrê Kurdistanê, li ser bingeha kanton yan wîlayetan xwe îfade bike.

Lê her kes dizane ku pirsgirika sereke ya gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê de beriya her tiştî, pirsek siyasî û netewî ye. Pirsgirikek ku gelê Kurd ji sedsalên derbazbûyî de li hember sîstema mehandina sîstematîk ya kemalîzma Turkiyê de xebatê bo dike.

Di rewşek welo de, altirnatîva herî baş ne Xweseriya Demokratîk e, belkû pêdagirî ye li ser daxwazên siyasî û netewî yên gelê Kurd ku te’bîrê ji nasnameya Kurd weke netewe û Kurdistan weke Herêmek serbixwe bike. Nek xweseriyek nezelal û bê naverok û bê hêmayek netewî û naverokek siyasî.

Pirs: Gelo hûn rola PKK di vê qonaxa hestiyar de, ku pêbendî agirbesê bûye, çawa dinirxînin, mirov dikare bêje wan gavên pratîk jî avêtin, lê bersivên bi partîk ji aliyê dewletê ve wernegirtin?

Bersiv: Eşkere ye ku rola PKK çi weke aliyek ji pêvajoya aştiyê û çi weke aliyê şer, gellek girîng û hestyar e.

ji ber ku PKK baş dizane ku ew deskevtên ku di pêvajoya aştiyê de çi di qada navxwe û çi di qada navnetewî de bi dest xistiye, gellek ji wan bedelên şer zêdetir in, û serbarê vê jî, niha birêz Ocelan di rewşek awarte da, di girtîgehê de ye.

Lewma naxwazin ew pêvajoyê bixitime û şer dest pê bike, tenê di haletê berevaniyê de li hember êrîşên leşkerî yên Turk de nebe. Di hemen demê de, herçend heta niha dewleta Turkan çi biryarek cidî û zelal bo çareseriya pirsa Kurd nepejirandiye, lê tê çavnihêrkirin ku piştî helbijartina serokomariyê, bi ev sîstema nû ya xwe ve, egera pejirandina hinek madeyên destûrî heye weke paketa çareseriyê, daku ev pêvajoye bi rengek yasayî ku dewleta Turk bixwaze were çareserkirin.

Di rewşek welo de herçend PKK deskevtek baş ya siyasî ji dewletê wernegirtibe jî, lê çi berjewendiyeke xwe di berdewamiya şer de nabîne. Lewra herçend ku çi zelaliyek siyasî ji aliyê Turkan ve bibînin jî, dîsan jî li gorî îmkan wê hewla xwe bidin ku ev pêvajoya berdewam bibe.