Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewleta Yûnanê ji welatiyên xwe re li derheq serdana bo Îranê hişdarî da

11:49 - 29 Gulan 2022

Piştî aloziyên di navbera rejîma Îran û Yûnanê de, Wezareta Derve ya Yûnanê ji welatiyên xwe re hişdarî da ku, xwe ji serdana bo Îranê biparêzin û herwisa dest biserde gritina gemiyên Yûnanê ji aliyê rejîma Îranê ve, weke diziya deryayî daye naskirin.

Piştî dest biserde girtina du gemiyên Yûnanê, ji aliyê Spaha Pasdaran a rejîma Îranê ve li Kendavê, Wezareta Derve ya Yûnanê tevî rexnekirina vê kiryara rejîma Îranê, ev weke diziya deryayî binav kiriye û bi gazîkirina baliyozê Îranê yê li Yûnanê, nerazîbûna xwe li hember dest biserde girtina du gemiyên Yûnanê ji aliyê rejîma Îranê ve ragihand.

Nûçegihaniya Fermî ya “El-Alem” a rejîma Îranê di raporeke xwe de tevî gefxwarina ji Yûnanê gotiye: “Eger dest biserde girtina du gemiyên nefthilgir peyamek rohn bo beşek ji berpirsên Yûnanê nîne, divê çavnhêr bin ku di rewşek taybet de, peyamên zêdetir û zelaltir ji aliyê Tehranê ve bo wan bên şandin, bi taybet ku niha 17 gemiyên Yûnanê di avên Kendavê de ne”.

Ev gefxwarina zelal a rejîma Îranê di halekê de ye ku, Yûnanê dest biserde girtina du gemiyên xwe ji aliyê Îranê ve, weke diziya deryayî binav kiriye û daxwaz kiriye ku bi lezgînî wan herdu gemiyan azad bikin.

Wezareta Derve ya Yûnanê ji welatiyên Yûnanê re hişdarî ku xwe ji serdana bo Îranê biparêzin.