Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewreke din a Pêşmerge dawyî pê hat

09:40 - 31 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Desteyeke din ciwanên şoreşger yên Kurdistanê tevlî refên pêşmergeyên Kurdistanê bûn û  çeka berevanî ji kirameta neteweya xwe avêtine milên xwe.

Li gorî raporta  ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Înê 5`ê Rêbendana 1397`an, dewra 234 a destpêkî ya Pêşmerge, li ser çiyayên sînorî yên Kurdistana Rojhilat dawyî pê hat, û desteyek ji keç û xortên cangorî yên Kurdistanê tevlî refên “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” bûn.

Merasim bi xwindina sirûda neteweyî ya “Eyî Reqîb” û ragirtina bîstek bêdengî ji bo rêzgirtin ji riha pak ya şehîdên Kurdistanê destpê kir.

Piştre “Qasim Keleşî” endamê Navenda Siyasî a PDKÎ, di vê deheqê de axavtin kir, û tevî pîrozkirina  dawyî hatina serkevtiyane a vê dewrê, derheq rewşa siyasî a Kurdistan û Îranê, axavt, û herwisa îşare bi bi vê yekê jî kir ku, sebeba hovîtiya nemirovî a rejîmê di heyama çend salên borî de,  ji ber givaşên navxweyî û yên derve ketiye tengahiyê e.

Piştre sirûda bi navê “ Ez Kurdim”, ku “Bêhzad Qadirî” bi xwe yek jî kesên beşdar di vê dewrê de bûye vehûnand bû, pêşkêşî beşdaran hate kirin.

Di beşeke din a vê rêûresimê de, raporta fêrgehê ya dewra 234 a destpêkî ya Pêşmerge ji aliyê “Bidax Bidaxî” nûnerê Fêrgehê hate xwendin.

Herwisa di beşeke din de jî, peyama dewra destpêkî ji aliyê “Lêyîla Dilpesend” hate pêşkêşkirin.

Di beşeke din a vê rêûresimê de, ji kesên yekem heya sêyem yên wê dewrê, di warê siyasî û leşkerî  û dîsîplîn ve ku yekem hatibûn, hatine xelat kirin.

Hêjayî basê ye ku di nav rêûresimê de çend helbest û stranên şoreşgerî jî hatine pêşkêş kirin.

Rêûresim bi encamdana  çend nimayêşên leşkerî ji aliyê kesên beşdar di vê dewrê de dawî pê hat.