Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewreya 246 a destpêk a pêşmerge dawî pê hat

13:08 - 26 Kanûna Paşîn 2021

Hejmarek xortên Kurdistnê ku pêk hatibûn ji keç û kurên nîştimanê tevlî refên Hêza Pêşmergê Kurdistanê bûn.

Hevdem digel rêûresma 2`ê Rêbendanê salvegera avakirina Komara Kurdistanê li çiyayên Kurdistanê dewreya 246 a destpêkî ua pêşmerge jî bi dawî hat.

Rêûresmê bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û xulek bêdengî bo rêzgiritin li canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê hate destpêkirin.

Piştre “Luqman Mêhfer” Endamê Heyeta Îcrayî yê Navendê Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi vê hilkeftê çend gotinek pêşkeşê amadebûyan kir.

Piştre sirûdek ji aliyê amadebûyên dewrê ve hate pêşkêşkirin.

Peyama dewra 246 a despêkî ya pêşmerge ji aliyê beşdarbûyê dewrê “Datam Hêşadest” ve hate pêşkêşkirin.

Di berdewamiya rêûresmê de peyama Fêrgeha Fermandihî ya Hêza Pêşmergê Kurdistanê ji aliyê “Hêmin Resûlabadî” ve hate pêşkêşkirin.

Paşê straneke Kurdî ji aliyê pêşmerên Hêza Pêşmergê Kurdistanê ve hate pêşkêşkirin.

Di wê rêûresmê de kesên serkevtî di beşa siyasî û leşkerî de ku pileya yekem heya sêyem bi dest anîbûn ji aliyê “Luqman Mêhfer” Endamê Heyeta Îcrayî yê Navendê Siyasî ya PDKÎ ve hatine xelatkirin.

Ew kesane pêkhatibûn ji “Mewlûd Abcame, Yasir Mîna û Diyar Nazim Hikmet”

Herwisa “Elmas Rizayî, Mihemed Mihemedpûr û Salar Îsazade” di beşa nezim û dîsîpilîn kesên yekem heta sêyem bûn û ji aliyê “Osman Mewlanijad” ve hatine xelatkirin.

Ew rêûresme bi pêşkêşkirina çend stran û sirûd bi dawî hat.