Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewreya 248 a destpêkî ya pêşmerge bi dawî hat

12:21 - 8 Nîsan 2021

Refeke din ji ciwanên bi seh û şoreşger ên Kurdistanê bi liberkirina kincên pêşmergatiyê û hilgirtina çeka berevanî ji maf û kerameta netewa xwe, tevlî hêza “Pêşmergê Kurdistanê” bûn.

Roja Çarşemî 7ê Nîsanê, dewreya 248 a destpêkî ya “Pêşmergê Kurdistanê” bi beşdariya beşek ji kadr, pêşmerge û berpirsên siyasî û leşkerî, bi rê ve çû.

Ew rêûresmê bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û ragirtina demek bêdengî bona rêzgirtin ji canê pakê şehîdên Kurd û Kurdistanê hate destpêkirin.

Piştre beşdarbûyên dewrê bi lidarxistina rêjeya leşkerî û nîşandana fêrbûyên xwe di heyamê dewrê de, amadebûna fîzîkî û leşkeriya xwe dane xuya.

Piştre kadrê Dezgeha Fermandeyî yê Hêza “Pêşmergê Kurdistanê” mamosta “Hemdî Husênî” çend gotinek bi wê hilkeftê, pêşkêşî beşdarbûyên dewrê kir.

Di qonaxeke din ya rêûresmê de, rapora Perwerdeya Fêrgehê ji aliyê mamostayê fêrgehê, “Budax Budaxî” ve hate pêşkêşkirin.

Piştre peyama dewreya 248 a destpêkî ji aliyê beşdarbûyê dewrê, “Twana Osmanî” ve hate pêşkêşkirin

Wekî resma dawî ya her dewreyekê, kesên 1`em heta 3`em yê dewrê li beşên ceribandina siyasî, leşkerî û parastina dîsîplînan ve hatine xelatkirin, û ew xelat ji aliyê “Elîeşref Mecîdî û Budax Budaxî” ve pêşkêşê wan kirin.

Herwisa di wê rêûresmê de, beşdarbûyên dewrê sirûdek bi navê “Kurdistan”, pêşkêş kirin.

Rêûresim bi stranek ku ji aliyê beşdarbûyê dewrê yê bi navê “Farûq”ve hate pêşkêşkirin, û bi vî awayî bi dawî hat.