Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewreya 249 a destpêkiya pêşmerge bi dawî hat

11:54 - 7 Hezîran 2021

Refeke din ji xortên xwîngerim û şoreşgerên Kurdistanê bi liberkirina kincên pêşmergatiyê û hilgirtina çeka berevanî ji maf û kerameta netewa xwe, tevlî “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” bûn.

Roja Yekşemî 6ê Hezîranê, dewreya 249a destpêkî ya Pêşmergê Kurdistanê bi beşdariya beşek ji kadr, pêşmerge, berpirsên siyasî û leşkerî bi rê ve çû.

Rêûresmê bi strandina sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û ragirtina demek bêdengî bona rêzgirtin li canê paqijê şehîdên Kurd û Kurdistanê, destpêkir.

Piştre beşdarbûyên dewrê bi encamdana rêja leşkerî û nîşandana rahênanên xwe li heyamê dewrê de, amadebûna fîzîkî û leşkeriya xwe dane xuya.

Piştre berpirsê Dezgeha Çavedêrî yê PDKÎ, “Rostem Cehangîrî” çend gotinek li derheq rewşa Îran, Kurdistan û rola pêşmerge li xebata rizgarîxwaziya gelê Kurd de pêşkêşî beşdarbûyên rêûresmê kir.

Piştre helbestek a bi navê “Raperin” ji aliyê beşdarbûyê dewrê, “Kawan Bamî” ve pêşkêşî beşdarbûyan hate kirin.

Li beşeke din a wê rêûresmê de rapora Perwedehiya Fêrgehê ji aliyê mamostayê fêrgehê, “Serwer Meirûfî” ve hate xwendin.

Piştre beşdarbûyên dewrê sirûdek a bi navê “Merêjin bom firmêskî xem” pêşkêş kirin.

Peyama dewreya 249 a destpêkî ji aliyê beşdarbûyê dewrê, “Şayan Mihemedî” ve hate pêşkêşkirin.

Herwisa li beşeke din de, stranek a bi navê “Qendîl” ji aliyê beşdarbûyê dewrê, “Metîn” hate strandin.

Wekê resma bi dawîhatina her dewreyekê, serketiyên 1ê heta 3ê li warê ceribandina siyasî, leşkerî û parastina dîsîplînê, hatine xelatkirin.

Li beşa siyasî de, “ Şayan Mihemedî, Îrfan Pûrhesen û Kawan Bamî” serkevtin bi dest xwe ve anîn û ji aliyê Kurê şehîd “Luqman Mêhfer” ,ê bi navê “Qadir Mêhfer” ve, xelatên wan hatine pêşkêşkirin.

Li beşa dîsîplîn de, “Zahir Gergûlî, Mihemed Şerî`etî û Sasan Salihpûr” serkevtin bi dest xwe ve anîn û ji aliyê mamostayê fêrgehê, “Sewer Meirûfî” ve, xelatên wan hatine pêşkêşkirin.

Rêûresim bi strandina stranek ji aliyê 2 beşdarbûyên dewrê ên bi navên “Sasan û Hisam”ve, bi dawî hat.