Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewreya 250 a destpêkî ya Hêza Pêşmergê Kurdistanê bi rê ve çû

17:14 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Sêşemî rêkevta 15`ê Pûşpera 1400`an a Rojî, di rêûresmekê de di bin navê “Dewreya Taybet”, dewreya destpêkî ya Hêza Pêşmergê Kurdistanê dawî pê hat.

Destpêka rêûresmê bi sana leşkerî ya Hêza Pêşmerge bo bixêrhatina endamên rêberiya PDKÎ di beşa siyasî û nîzamî de destpê kir.

Paşê rêûresm bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” destpê kir û piştre xulek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê sekînandin.

Piştre sunda nîştimanî ji aliyê Hêza Pêşmergê Kurdistanê ve hate xwendin. Rêûresim bi çend şêweyan ji nimayişa rêjeya keçên Hêza Pêşmergê Kurdistanê bi rê ve çû.

Beşa duyem a rêûresmê di salona kombûna PDKÎ de bi rê ve çû.

Piştre “Berpirsê Dezgeha Fermandehî ya Hêza Pêşmergê Kurdistanê “Kawe Behramî”, bi hilkefta bi dawîhatina dwereya destpêkî ya 250 a pêşmerge çend gotinek pêşkêş kir.

Navbirî behseke kurt li ser dabûnerîta rêûresmên taybetî yên her 50 dewre û yekemîn dewreya keçan di dîroka Hizba Demokrat de, rola jinan di tevgera siyasiya navxwe û derveyê Kurdistanê de kir.

“Kawe Behramî” di gotinê xwe de behsa mamosteyên şehîd “Selam Ezîzî, Serwan Çeko, Elî Emînî, Xefûr Mêhdîzade, Serkewt Semedî, Muxtar Qadirpûr û Faroq Hesenxeyat” kir.

Piştre peyama Fêrgeha Hêza Pêşmergê Kurdistanê ku kurtebehsek li ser dîroka avabûna Fêrgeha Siyasî-nizamî ya PDKÎ bû, ji aliyê “Muxtar Sohrabî” Berpirsê Fêrgeha Hizba Demokrat ve hate pêşkêşkirin.

Rapora birêveberiya dewreya 250 a destpêkî ya pêşmerge ji aliyê “Ubeyd Muradî” mamosteyê Fêrgehê ve hate pêşkêşkirin.

Peyama dewreya destpêkî ya pêşmerge jî, ji aliyê “Sîma Şerîfî” beşdarbûya dewrê ve hate xwendin.

Di berdewamiya wê rêûresmê de beşek ji van mamosteyên ku waneyên siyasî di fêrgehê de gotibûn ji aliyê “Hesen Şerefî” Berpirsê Navenda Siyasî ya PDKÎ ve lewhên rêzlênan pêşkêşê van hate kirin.

Beşek ji van mamosteyên ku waneyên nizamî di fêrgehê de gotibûn ji aliyê “Elborz Rûînten” Endamê Navenda Siyasî ya PDKÎ ve lewhên rêzlênan pêşkêşê van hate kirin.

Di beşa dawiya rêûresmê de ew kesên ku di dewreyê de di beşa siyasî-nîzamî û nezim û disîpîlîn de serkevtin bi dest ve anîbûn hatine xelatkirin.