Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewreya 253a seretayî ya pêşmerge li çiyayên Kurdistanê bi dawî hat

18:37 - 16 Çirriya paşîn 2021

Refek din ji ciwanên bi seh û têkoşerên Rojhilatê Kurdistanê, piştî bi dawîhatina dewreya seretayî ya Pêşmergê Kurdistanê tevlî Hêza Pêşmergê Kurdistanê bûn.

Roja Duşemî 22ê Xezelwera sala 1400an a Rojî, dewreya 253a seretayî ya Pêşmergê Kurdistanê bi beşdariya hejmarek ji kadir, pêşmerge, berpirsên siyasî û leşkerî ên PDKÎ li çiyayên Kurdistanê bi rê ve çû.

Destpêka rêûresmê bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û ragirtine xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji canê piqij ên şehîdên Kurd û Kurdistanê, dest pêkir.

Piştre beşdarbûyên dewrê bi lidarxistina rêjeya leşkerî û nîşandana perwerdehiya xwe di heyamê wê dewreyê de, amadebûna fîzîkî û leşkeriya xwe dane nîşandan.

Piştre endamê Desteya Kargêrî û berpirsê Dezgeha Rêkxistin a PDKÎ “Tahir Mehmûdî” çend gotinek bi vê boneyê pêşkêşî beşdarbûyan kir.

Navbirî bas ji vê yekê kir ku birêveçûna vê dewreyê, peyamek bo rejîma Îranê ye ku gelek hewl dan hêza pêşmerge ji nav bibe, lê bi alxayîniyê ve ne serkevtî bû û ne serkevtî dibe.

Herwisa navbirî di gotinên xwe de îşare bi rewşa siyasî û aboriya Îranê di astên hundir, dever û navnetewî de kir ku roj bi roj rejîma Îranê bêhêztir dibe û ev yeka bi qazanca tevgera Kurd da zanîn.

Piştre beşdarbûyên dewreyê bi strandina sirûdekê rêûresim xemilandin.

Di qonaxek din a vê rêûresmê de, rapora Perwerdeya Fêrgehê ji aliyê mamostayê Fêrgehê “Eyûb Fethullahî” ve hate pêşkêşkirin.

Di qonaxa din a vê rêûresmê de, “Ihsan Restigar” helbestek pêşkêş kir.

Piştre peyama dewreya 253a seretayî ya pêşmerge ji aliyê beşdarbûya dewreyê“Sirwe Pûrhusêynî” ve hate xwendindin.

Di vê peyamê de kesên serkevtî li beşên siyasî û leşkerî ku pileya 1ê heta 3ê bi dest xistibûn ji aliyê berpirsê beşa siyasiya hêza 122 a Hêza Pêşmergê Kurdistanê “Nasir Fethî” ve xelatên wan hatine pêşkêşkirin..

Serkevtiyê vê dewreyê “Elîriza Henîfî, Behare Weysî û Nêimet Ehmedzade” bûn.

Herwisa li beşa dîsîplînê de “ Elî Bayezîdzade, Kemend Îbrahîmî û Semî`i Elayî” pileya 1ê heta 3ê bi dest xistin û xelatên wan ji aliyê “Eyûb Fethullahî” ve pêşkêşî wan hatine kirin.

Rêûresim bi sitranek ji aliyê du beşdarên dewreyê “Nê`imet û Semî`I” ve bi dawî hat.