Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewreya 256 a destpêkiya pêşmerge bi dawî hat

17:49 - 21 Gulan 2022

Refek din ji ciwanên xwedî seh û şoreşgerên Kurdistanê bi liberkirina kincên pêşmergayetiyê û hilgirtina çeka berevanî ji maf û kerameta netewa xwe, tevlî refên “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” bûn û cejna bi dawîhatina dewreya xwe di rêûresmekê de li 29ê Banemera sala 1401an a Rojî, bi beşdariya beşek ji endamên rêberayetî, kadr, pêşmerge, berpirsên siyasî û leşkerî yên PDKÎ û mêvanan li çiyayên di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de bi rê ve birin.

Rêûresm bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û ragirtina xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê hate destpêkirin.

Piştre beşdarbûyên dewreyê bi encamdana rêjeya leşkerî û nîşandana rahênanên xwe yên dewreyê, amadebûna fîzîkî û leşkeriya xwe dane xuya.

Piştre Fermandê Hêza 129 a “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” “Idrîs Hormuzî” bi vê minasibetê gotarek pêşkêşê beşdarbûyên rûresmê kir.

Di beşek din a rêûresmê de, rapora Perwerdeya Fêrgehê, ji aliyê mamostayê Fêrgehê “Xelîl Mîlanî” ve hate pêşkêşkirin.

Di vê rêûresmê de, beşdarbûyên dewreyê sirûdek pêşkêş kirin.

Piştre peyama dewreya 256 a destpêkiya pêşmerge ji aliyê beşdarbûyê dewrê “Roya Mihyedînzade” ve hate xwendin.

Di vê rêûresmê de, kesên serkevtî di beşên siyasî û leşkerî ku pileyên 1 heta 3ê bi dest xistibûn, ji aliyê berpirsê Rêkxistina PDKÎ li Derveyî Welat “Kawe Ebdalî” ve xelatên wan hatine pêşkêşkirin.

Kesên serkevtiyê vê dewreyê “Şadî Seîdpûr, Umîd Muradweysî û Beşîr Husêynî” bûn.

Herwisa di beşa dîsîplîn de “Fayeq Mercan, Nasih Qasimnijad û Mihemed Resûlî” pileyên 1 heta 3ê bû ku xelatên wan ji aliyê Berpirsê Beşa Perwerdeya Dezgeha Fermandehiyê “Xalib Hebîbî” ve hatine pêşkêşkirin.

Rêûresim bi stranek ku ji aliyê beşdarbûyê dewreyê “Resûl Ebdulanijad” ve hate pêşkêşkirinê, bi dawî hat.