Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewreya Fermandehiya Hêza Pêşmergên Kurdistanê bi dawî hat

17:08 - 9 Adar 2022

Roja Duşemî 7ê Adara 2022an dewreya Fermandehiya Hêza Pêşmergên Kurdistanê li çiyayên Kurdistanê û bi beşdariya berpirsê dezgeha Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê “Kawe Behramî” û Cihgirê berpirsê Dezgeha Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê “Sidîq Derwîşî” û beşek ji Fermandeyên leşkerî, kadir û pêşmergayan bi dawî hat.

Destpêka rêûresmê bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqijê şehîdan û sondxwarina nîştimanî destpêkir.

Piştre beşdarbûyên dewreyê rêjeyek leşkarî encam dan.

Piştre Cihgirê berpirsê Dezgeha Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê “Sidîq Derwîşî”” gotarek pêşkeşî amadebûyan kir.

Piştre rapora beşa fêrkariya dewreya fermandehiyê ji aliyê “Diyako Mesûdî” ve hat pêşkêş kirin.

Di wê beşê de Pêşmerga Kurdistanê “Semîra Ezîmiyan” helbestek li jêr navê “Min Pêşmergem” pêşkêşî beşdarbûyan kir.

Piştre pêşmerge “Kiyanûş Elîrezayî” rapora dewreyê pêşkêş kir.

Di qonaxa din a rêûresmê de kar û çalakiyên mamosta “Kazim Miroyî Mîlan” ji aliyê beşa fêrkariya Dezgeha Fermandehiya Hêza Pêşmergên Kurdistanê ve hat bilind nirxandin û xelata wî maosteyê têkoşer ji aliyê “Kawe Behramî” ve hat pêşkeşkirin.

Wekî nerîta hemû dewreyan pêşmergeyên ku pileyên 1 heta 3ê bidest anînbûn ji aliyê fermandeyên leşkerî wekî “Mistefa Menaf, Luqman Ebdulazade û Qanie Ehmedî” pêşkeşî beşdarbûyên serketî kirin.

Pêmergên ku pile bi dest anîne wiha ne:

“Pêdram Silêmanî” Yekem

“Evîn Yusifî” duyem

“Salar Kemalî” sêyem

Di qonaxa dawiyê de girûpa dîlana pêşmergeyan bi pêkeşkirina dîlanekê û herwisa girûpa huneriya Hêza Pêşmergên Kurdistanê bi pêşkeşkirina  berhemek li jêr navê “Niye Xweştir ji Kurdistan”ê rêûresim zêdetir xemilandin.