
Kurdistanmedia: Dezgeha Perwerde û Lêkolîneve ya PDKÎ, dewreyeke din ya asta 2 a para yekem ya siyasî bo pêşmergeyan lidar xist.
Roja Sêşemî, 30`ê rezber, di rêûresmekê de, bi amadebûna Lêpirsyarê giştî ê PDKÎ û parek li endamên rêberî û kadr û pêşmerge, Dezgeha Perwerde û Lêkolîneve ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, dewreyeke din a asta 2 ya para yekem ya siyasî bo pêşmergan dawî pêanî.
Rêûresim bi marşa netewî a Ey Reqîb û bi xulekek bê dengiyê ji bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurdistanê hate destpêkirin.
Piştre Dr. “Avat Sarûc”, Endamê Navenda Siyasî ê PDKÎ, di çend gotinekê de basa rol û girîngiya kadrê siyasî û taybetmendiyên kadr û endamê Partiya Demokrat kir ku dibe ji rûyê siyasî ve asteke bilind hebin û xwindinekî îroyî li rewşa civatgeha Rojhilatê bebe û herwisa li hember çand û nasîna civatgeha xwe kêmtir xem nebin.
“Avat Sarûç” di doma axavtinê xwe de tekez kir ku: “Demek dikarî bandor li ser civatgehê hebe ku xwediyê cihekî siyasî baş bî û ziman û edeba civatgeha xwe ji bîr nekî”.
Herwisa navbirî bas li taybetmendiyên bilind ê endamê Hizbê kir ku dibe xwediyê kesayetiyeke bihêzî ya kesî û siyasî bin û hewla xwe pêgihandin li ser xwe bikin bi erk.
Paşê peyama Dezgeha Perwerde û Lêkolîneve ji aliyê “Şehla Kawe” hate xwindin û piştre peyama amadebûyên dewrê ji aliyê “Sabîr Fetahî” yek ji amadebûyên dewrê ve pêşkêşê amadebûyan kir.
Li para dawiya rêûresmê de kesên yekem heya sêyem a wê dewrê ku pêkhatî bûn li “Elî Mewlan Nijad, Seyîd Xalîd Ehmedî û Usman Mewlan Nijad”, hatine xelat kirin.
Dewre li rêketina 31`ê Xermanan destpêkir û di rêketa 30`ê Rezber de dawî pêhat.