Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewreyek din a siyasî ji aliyê Dezgeha Perwerde û Lêkolîneve a PDKÎ ve birêveçû

16:45 - 26 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Di berdewamiya karên Dezgeha Perwerde û Lêkolîneve a PDKÎ de, Çaremîn dewra asta du û para yekem a siyasî taybet bi pêşmergan, birêveçû.

Çaremîn dewra asta du û para yek, li rêketa 4`ê Xezelwera 1398`an, dest pêkir û li roja Duşemî, rêketa 4`ê Sermaweza 1398`an, di rêûresmekê de bi amadebûna parek li endamên rêberî, kadir û pêşmergên PDKÎ dawî pêhat.

Rêûresim bi marşa netewî ya “Ey Reqîb” û bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurdistanê dest pêkir.

Piştre “Teymûr Mistefayî”, Endamê Navenda Siyasî a PDKÎ, çend gotinek pêşkêşê amadebûyên rêûresmê kir.

 “Teymûr Mistefayî” di axavtinê xwe de, basek li xwenîşandanên çend roj beriya niha a Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir û got: “Ger rejîmê bi awayekî dirindane xwenîşander serkut kir, lê eve destpêka qonaxeke nû ye li berxwedana xelkê Îranê û nemaze Rojhilatê Kiurdistanê.

Herwisa “Mistefayî” basa vê yekê kir ku ger xwenîşander bi sedema bilindbûna nirxa benzînê û rewşa nalebar, hatibûne ser şeqaman, lê her zû silogan û daxwazên xwenîşanderan hate guherîn bi “Nemana rejîma Îslamî a Îranê”, û berfirehbûna xwenîşanderan li pareke zêde a parêzgehên Îranê nîşanderê vê yekê bû ku, êdî xelk rejîma Îslamî a Îranê naxwazin.

 “Mistefayî” di berdewamiya axavtinên xwe de hewla Dezgeha Perwerde û mamostayên pêwendîdar bi perwerdeya pêşmergeyan bilind nirxand û dxwaz ji amadebûyan kir ku bo xwepêgehandin û amadebûn bo hegerên paşerojê, li wan core dersan mifahê vergirin.

Her di vê derheqê de îşare bi çend xal û teybetmendiyên kadreke PDKÎ kir wekî: “Berêvebirin, his bi berpirsayetî kirin û xwepêgehandin û…hwd.”

 “Mistefayî” di dawiya axavtinê xwe de got: “Her pêşmergeyek di nav civatgeha xwe de nûnerê Partiya xwe ye, û her ji bo vê jî hewceye ku li siyaseta Partiya xwe baş têbigehin.”

Piştre peyama Dezgeha Perwerde û Lêkolîneve ji aliyê “Sîna Qasimîzade” ve hate xwandin.

Herwisa peyama dewrê ji aliyê “Dilniya Lotfî” ve hate xwendin.

Di dawiya rêûresmê de dabeşkirina xelatan ji aliyê “Tiymûr Mistefayî” ve bi ser kesanê yekem heya sêhem hate parvekirin ku navên wan wiha ne: “Mihemed Qanî`i, Hîsam Rehmanî û Dilniya Lotfî.