Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dezageha Perwerde û Lêkolîneve pêncemîn dewra asata 2 û beşa yekem lidar xist

16:27 - 11 Şibat 2020

Sibêdeha roja Duşemî 21`ê Rêbendanê, di rêûresmekê de Dezgeha Perwerde û Lêkolîneve dawî bi dewreyekî din a asta 2 û beşa yekem anî.

Rêûresim bi sirûda netewî a “Ey Reqîb” û sekînandina xûlek bêdengî ji bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistnê dest pêkir.

Piştre Endamê Hey`eta Îcrayî a Navenda Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê “Luqman Mêhfer”, çend gotinek pêşkêşê amadebûyan kir.

 “Luqman Mêhfer” di destpêka axaftina xwe de tevî pîrozbahiya amadebûyên dewra asta 2 û beşa yek, basek li ser girîngiya perwerde di nav Partiya Demokrat de kir.

Navbirî basa wê hindê kir, ku Partiya Demokrat her li destpêka avabûna wê ye û di serdemê Komara Kurdistanê de girîngî bi perwerdê daye, her di vê serdemê de bo şandina desteyek li endamê Hizbê bo Bako li Azerbaycan a Yekîyetiya soviyet hewl dabû ku komek ji kadrê têgihîştî û pêgihîştî perwerde bike ku bikare xizmetê bi Komara Kurdistanê û xelkê Kurd bike, û herwisa bas li lidar xistina dewreyên kadrî kir ku li dehika 30 bi hewla “Dr. Qasimlo” bi rê ve diçûn.

Herwisa navbirî basa vê yekê kir ku, piştî serketina şoreşa gelên Îranê û destpêkirina tekoşîna eşkere a PDKÎ, Partiya Demokrat bi dehan dewre di astê cîhanê de bi rê ve biriye û eve jî nîşaneya girîngî pêdana Partiya Demokrat bi pirsa perwerdê ye.

Navbirî di berdewamiya axavtinê xwe de got: “Kadr dibe bawer bi xebûn hebe, peyrewîkirin li biryar û biryardan, dadperwerbûn, bilindkirina asta zaniyariyan, kadr dibe bijarteyê Hizb û civatgehê be, rêz ji xelkê bigre û kadr dahata me`inewî û madî a rêkxistinê ye.

Piştî axavtina “Luqman Mêhfer”, peyama Dezgeha Perwerde û Lêkolîneve, ji aliyê “Ubeyid Muradî” pirsinêlê dezgeha Perwerdê ve hate xwandin û piştre jî, peyama amadebûyên dewra asta 2 û beşa yek ji aliyê beşdarbûyî dewrê “Mihemed Nubarî” ve hate xwandin.

Di beşa dawiya rêûresmê de kesên yekem heya sêyem ên vê dewrê ji aliyê “Luqman Mêhfer” ve hatine xelatkirin.

Ev kesên ku di vê dewrê de serkevtina sata yekem heya sêyem bidest anîn wiha ne: “Saman Seyîd Ehmedî, Hîsam Silêmanî”, Tahîre Rehîmîzade”.

Cihê baskirinê ye ku, ev dewra siyasî a pêşmergan, li rêketa 7`ê Befranbar a 1398`an dest pêkir û heya rêketa 20`ê Rêbendan a 1398`an dom hebû ku di wê heyamê de 12 wane hatine pêşkêşkirin.