Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dezgeha Birêveberiya rejîma Îranê 190 milyard deyindarê bajarvaniya Xurem Abadê ye

11:45 - 29 Çirriya pêşîn 2020

Bajarvanê “Xurem Abad” li Parêzgeha Lursitanê,  “Mihemed Şerîfî Muqeddem” daye zanîn, ku 190 milyard tumen deyinên wê bajarvaniyê li ser Dezgeha Birêveberiyê heye û heta niha nekarine wî pareyî ji Dezgeha Birêveber bistînin.

Roja Çarşemî, 28ê Çirriya Pêşîn, Bajarvanê “Xurem Abad”ê, “Mihemed Şerîfî Muqeddem”, tevî nîşandana nerîzayetiya xwe derheq nedana deyinê Dezgeha Birêveber ya Bajarvaniya wî bajarî ragihaned: “Dezgehê Birêveberê zêdetir ji 190 milyard tumen deyindanê me ye û bona vergirtina wî pereyî me hewlên nivîskî yên zêde dane”.

Navbirî ragihand ku rewşa keskatî û paqijkirin dî wî bajarî de xirab e û me gelek hew dane ku peymankarekî bi wec bo wî karî peyda bikin, lê kes amade nîne wî karî bike û heta li parêzgehên hevkevşen jî me hewl daye peymankarekî peyda bikin lê em serneketine.

Ti peymankarek di rewşa krîzeke wiha de amade nîne girêbestê digel bajarvaniyê wajo bike ku nekare heqdestê karmend û kedkarên xwe verbigre.