Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dezgeha Ewlehiya Alman hîşdarî da ku endamên Spaha Quds di wî welatî de çalakbûne

12:53 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2020

Dezgeha Ewlehiya Alman li ser çalakbûna endamên Spaha Quds a girêdayê Spaha terorîste Pasdaran di wî welatî de hişdarî da.

Dezgeha Ewlehiya Alman, di rapora salane ya “Dezgeha ewlehiya Hundir” de, derheq çalakiyên sîxurî yên rejîma Îranê ku ji aliyê endamên Spaha Quds a Spaha Pasdaran ve di welatê Alman de têne kirin, hişdarî da ku çalakiyên wan ber bi zêdebûnê ve diçin û ew mifahê ji jêrsaziyên teknolojiya ewlehiya Alman verdigrin.

Di rapora Dezgeha Ewlehiya Alman de hatiye ku alîgirên Hizbûllahê di wî welatî de, dîsîplînên xwe yên rêkxistinî û îd`olojîk, li jêr navê encumenên Mizgevtên taxan de, diparêzin.

Wezîrê Hundir yê alman, “Horst Zîhofêr (Horst Lorenz Seehofer), di sala 2019an de li wê derheqê de gotibû: “Li ser mijara ku me ragihand ku çalakiyên “Hizbullah”ê di welatê alman de qedexeye, ez keyfxweşim, ji ber wê yekê ku nayê qebûlkirinê ku, hin girûp di welatê mede çalak bin ku, li ser welatên dinê bibine gef”.

Di doma wê raporê de hatiye ku, Hizbullah li pey dariştina pîlanên terorîstî di derweyî rojhilata navîn deye.