
Dezgeha Fermandehî ya Hêza Pêşmergê Kurdistanê, di daxuyaniya hejmara 2 de belav kiriye, Komara Îslamiya Îranê her demaku li navxwe û derveyî Îranê, rastî givaşan dibe, jehra şikestên xwe li Kurdistanê vala dike.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Daxuyaniya hejmara 2 a Dezgeha Fermandehî ya Hêza Pêşmergê Kurdistanê
Em xelkê xwedî şeref ê Kurdistanê agehdar dikin ku, hêzên rejîma terorîst ên Komara Îslamiya Îranê di mûşekbaran û topbarankirina bilindahiyên Kurdistanê li her du aliyên sînûrên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê berdewam e û nîvroya Çarşemî 11`ê Gulanê, dubare dehan mûşek berdane çiyayên Kurdistanê.
Em xelkê Kurdistanê agehdar dikin ku, Komara Îslamiya Îranê her demaku li navxwe û derveyî Îranê rastî givaşan dibe, jehra şikestên xwe valayî Kurdistanê dike.
Dezgeha Fermandehî ya Hêza Pêşmergê Kurdistanê
11`ê Gulan 2022`an