Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dezgeha Hilbijartinê ya PDKÎ semînarek lidar xist

18:50 - 26 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Dezgeha Hilbijartinê ya PDKÎ bi alîkariya Dezgeha Rêkxistinê semînarek bo berpris û endamên komîteyên hizbê yên li Herêma Kurdistanê, lidar xist.

Roja Şemî, 4`ê Cozerdana 1398`an(25`ê Gulana 2019`an), semînarek bo berpirs û beşek li endamên komîteyên PDKÎ li Herêma Kurdistanê, derheq pirsên hilbijartinên di nav PDKÎ de birêve bir.

Seminar bi ragirtina bîstek bêdengî bo rêzgirtin li riha pak ya şehîdên Kurdistanê destpê kir.

Piştire, Dara Natiq, berprisê rêkxistina eşkere ya PDKÎ derheq armanca lidarxistina vê civînê û herwisa girîngîbûna  civîn û semînarên bi vî rengî yên derheq pirsên cuda ku yek ji van rikeberiya di navbera Îranê û Amerîkayê li deverê  de bo amadebûyan axavt, û navbirî bas ji erkên endamên PDKÎ ku wekî stûneke serekî ya Hizb ne, bo  xweamadekirin û çavaniya xweparastina van li hemberî  her core bûyer û herwisa guherînkariyên ku di vê rikeberiyê de rû didin kir.

Piştire Selîm Zencîrî, berprisê Dezgeha Hilbijartinê baseke giştî derheq hilbijartin û girîngiya vê pirsê û rola derheq çarenivîs û jiyana siyasî ya hizbê pêşkêş kir, û herwisa eşkere jî kir ku, ev demeke dirêj e ku vê mijarê di PDKÎ de cihê xwe peyda kiriye û tê bicîkirin. Herwisa demokrasî û hilbijartin, bingehên girîng in ku ev partî li gor wan hatiye avakirin.

Herwisa Zencîrî îşare bi guherînkariyên piştî derbazbûna kongireya 16`an kir ku li pêhateya Partyia Demokrat û avakirina dezgeha taybet bi vê pirsê kir û ragihand û derheq girîngbûn û hewcebûna avakirina vê dezgehê wiha axavt û got, ev yek nîşana nirxdana zêdetir ya rêberatiya hizbê bo pirose û herwisa bersiveke gellek bicî ye bo van dengdanên ku  bas ji bênirxkirin yan vêdedana piroseya hilbijartinan ji aliyê Partiya Demokrat ve tên encam dan.

Berpirsê Dezgeha Hilbijartinê herwisa ragihand ku: Em hewl didin da ku mikanîzmeke taybet bo piroseya hilbijartinê di çarçoveya stratîiya nû ya Hizba Demokart de amade bikin û piştre ji aliyê Navenda Siyasî ve bê erêkirin, û bilez dest bi encam dana vê piroseyê di Rêkxistina eşkere ya hizbê de bike, da ku, ev hilbijartinan bibine rêkeberiyek bo xizmetkirina zêdetir û vesîleyek bo gihîştin bi kesên lêhatî bo cihên lêhatî.

Ji aliyekî din ve, Ebas Ehmedî, endamê dezgeha Hibiljartinê bo nûneratiya vê dezgehê axavtinek derheq hewcehiya elekteronîkkirina karê rêkxistinê kir û di vê derheqê de zêdetir bo amadebûyan şirove kir.

Herwisa dawiya semînarê bo têbînî, nerîn û pirsên amadebûyan hatibû destnîşan kirin.