Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dezgeha Perwede û Lêkolînê ya PDKÎ, dewreyeke siyasî bi rêve bir

11:42 - 8 Adar 2019

Kurdistanmedia: Dewreyeke siyasî ji aliyê Dezgeha Perwerde û Lêkolînê a PDKÎ, hate lidarxistin.

Roja Çarşemî 15`ê Reşemehê rêûresma bi dawîbûna dewra “siyasî a asta 2 beşa yekem” ji aliyê Dezgeha Perwerde û Lêkolînê a PDKÎ,  bi beşdariya endamên rêberiyê yên PDKÎ, mamosta û kesên beşdar di dewrê de hate lidarxistin.

Rêûresm bi xwendina sirûda neteweyî a “Ey Reqîb” û ragirtina bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji riha pak a şehîdên Kurdistanê destpê kir, û piştre peyama Dezgeha Perwerde û Lêkolînê, ji aliyê cêhgirê Dezgehê, Hîwa Mîrzayî, hate pêşkêşkirin û herwisa peyama kesên beşdar yên vê dewrê, ji aliyê Pêjman Şerî`etmedarî hate xwendin.

Di beşeke din a vê rêûresmê de, kesên yekem heya sêyem, yên bi navên “Xelîl Rehîmdost, Hayîde Secadî û Peyam Elîrizade” ji aliyê Rehîm Mengorî, endamê Desteya Siyasî a PDKÎ hatine xelat kirin.

Rêûresm bi pêşkêşkirina strana bi navê“Elven” ji aliyê yek ji kesên beşdar li dewrê yê bi navê “Sirîwan Ehmedî” dawî pê hat.