Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dezgeha Perwerde û Lêkolînê ya PDKÎ civînek lidar xist

17:53 - 13 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Dezgeha Perwerde û Lêkolîna PDKÎ li kempa Cejnîkanê civînek bo Luqman Mêhfer endamê Heyeta Birêveberiya Navenda Siyasî yê PDKÎ lidarxist.

Di berdewamiya karê Dezgeha Perwerde û Lêkolîna PDKÎ, bi boneya bilindbûna asta siyasî ya pêşmerge û endamên hizbê, vê dezgehê civînek bo beşek ji pêşmerge û endamên hizbê li kempa Cejnîkanê birêve bir.

Di vê civînê de, Luqman Mêhfer endamê heyeta Birêveberî yê Navenda Siyasî wiha axavt ku: Kurd çava derheq maf, ji mafê neteweybûnê hatiye bêparkirin?

Navbirî di beşeke din a axavtinên xwe de, axavtineke kurt derheq dîroka Kurd axavt û piştire di berdewamiya axavtina xwe de, derheq mafê navdewletî axavt û ev mafê neteweîbûnê şirove kir, ku Kurd jê hatiye bêparkirin, û herwisa bas ji biryarname û peymanameyan kir li hemberî Kurd berê ji aliyê xwedî hêzan ve,hatiye pesendkirin.

Luqman Mêhfer, di vê civînê de bas ji rûla PDKÎ kir ku wekî, hêzeke ku biawayekî hertimî girîngiyeke taybet bi pirsa neteweyî daye.

Di dawiyê de wiha axavit ku, Rasana Rojhilat wekî berdewamkirina vê siyaseta neguherî ya PDKÎ ye, û hewl bo bidestveanîna mafê netewayîbûnêî li Rojihilata Kurdistanê   dide.

Di dawiya axavtinên navbirî de, amadebûyan raman û nerînên xwe anîn ziman û bersiva pirsên hatinî gore, ji aliyê Luqman Mêhfer hatine dan û wiha dawî bi vê civînê hat.