
Kurdistanmedia: Dezgeha Pêwendiyên giştî a PDKÎ, spasnameyek bi boneya lidar xistina kar û çalakiyên 22`ê Pûşperê belavkir.
Peyam wiha ye:
Xelkên Nîştimanperwerên Kurdistan!
Îsal di 30`mîn salroja terorkirina rêberê mezin ê gelê Kurd, Dr. Qasimlo û hevalên wî de, me mêze kir ku Kurdistaniyên hezkirî û nîştimanperwerên gelê me, cuda li salên derbasbûyî, li pêxema xwedîderketin li wî rêberê dîrokî ê Kurd û rêbaza neteweyî û nîştimana wî, û herwisa bo şermezarkirina terorîzma dewletî a komara Îslamî a Îranê, nav û yada duktor Qasimlo di pêxemeke mezin de, bû sedema hevsoz û yekrêziya neteweya Kurd.
Kurdistanî û nîştimanperwerên gelê me, her li Bakûrê Kurdistanê, li Rûsiye, li Qezaxistan, li Qamîşlo ya Rojavaya Kurdistanê, li Hewlêr û Silêmaniye a Başûra Kurdistanê û Diyasporaya Kurd li Ewropa û hindirê Rojhilata Kurdistan, bi awayên cuda, tevî yadkirin ji wê bûyera tal û ew pîlana dujminane, ku ji aliyê rejîma terorîstî a Îranê ve lidijî meşa rizgarîxwazane ya Kurdistan û Hizba Demokrat a Kurdistana Îran bi rê ve çû, hatine deng û terorîzma dewletî a rejîma Îranê şermezarkirin û daxwaza vekarxistina dosya wê terorê li dewleta Otrîşê kir û hevdem piştevaniyên xwe li Hizba Demokrat û meşîna Rojhilata Kurdistanê bo bidestanîna mafê reva ê gelê Kurd kir.
Her ji bo vê jî, ji aliyê Dezgeha Pêwendiyên giştî a Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, Hizba duktor Qasimlo û hezaran şehîdên doza rizgariyî û serbestiya Rojhilata Kurdistanê ve, ji vê aliyê pêzanîn û spasiyên xwe ji hemû Hizb û aliyên xebatkar ên her Çar parên Kurdistan, Fedrasiyona navneteweyî a Kurdên Soviyeta berê, damezrînera mamoste "Îsmaîl Bêşikçî" heval dêrînê Kurd li Tirkiyê, Komeleya rewşenbîr a Cezîrê li Rojavaya Kurdistan û herwisa rewşenbîr, akademîn û tev nîştimanperwerên gelê me û demûdezgehên ragihandin û mediyayî, dikin, ku bi zehmet û kedên xwe, karîn wê boneyê bikine karnevala yekrêziya nîştmanî, û hêz û moralek zêde dane şoreşgerên gelê me li Rojhilata Kurdistanê, daku bi awayekî bandordar û bi xweragiriya zêdetir, bikarin bi xebateke berdewamî lidijî rejîma Îranê a terorîst li serketinê nêzîk bibin.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îran
Dezgeha Pêwendiyên giştî
23`ê Pûşpera 1398`an
14`ê Tîrmeha 2019`an