Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dezgeha Ragihandina Giştî a PDKÎ pîrozbahî ji xelkê Kurdistanê kir

12:59 - 20 Adar 2020

Bi hilkefta cejna Newroz a Kurdevarî, Dezgeha Ragihandina Giştî a PDKÎ, pîrozbahî li xelkê tekoşer ê Kurdistanê kir.

Di wê pîrozbahiyê de, Endamên Dezgeha Ragihandin a Partiya Dermokrat a Kurdistana Îranê, mandînebûnê dibêje hemû xelkê Kurdistanê ku di wan rojan de li wê rewşa Kurdistanê li encama nexweşiya Koronayê, di rewşeke dijwar de ye, xelkê Kurdistanê bi awayekî xwebexiş bo tenduristiya xelkê bê ravestandin kar dikin.

Hevdem, Dezgeha Ragihandin a PDKÎ, spasiya xelkê xebatkar ê Kurdistanê dike ku yekgirtî û yekdeng bona pêşîgirtin ji belavbûna vîrûsa Koronayê di gund û bajarên Kurdistanê de paqij dikin.

Dezgeha Ragihandin a Partiya Dermokrat a Kurdistana Îranê, bi boneya Newroza Kurdevarî, spasiyeke taybeyt û destxweşiyê ji “Parêzerên Jiyan”ê dike ku bi avakirina kempênên taybet, bi hawara xelkê ve diçin û alîkariya xelkê dikin.

Bi navê Dezgeha Ragihandina Partiya Dermokrat a Kurdistana Îranê, dîsa pîrozbahiyê li hemû xelkê Kurdistanê dikin ku di wan rojan de ku nexweşiya Koronayê di Kurdistanê de belavbûye, bona parastina gel û welatê xwe ji ti karekî xwe neparastin û erkê netewiyê xwe bi cih gihandin.

Asoya azadiye geşe, hivîdarin ku îsal, sala serketin bi ser rejîma Îslamiya Îranê de be û şahidê nemana rejîma Îranê bin.