Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dezgeha Rêkxistina Giştî a PDKÎ spasnameyek belav kir

18:17 - 17 Adar 2019

Kurdistanmedia: Dezgeha Rêkxistina Giştî a PDKÎ rû li endam û alîgirên PDKÎ û xelkê xebatkar ê Kurdistanê spasnameyek belav kir:

Deqa spasnameyê weha ye:

 Xelkê xebatkar ê Kurdistanê!

Lawên dil tejî ji gurr ê nîştiman!

 Endam û alîgirên tevgera rizgariya neteweyî a Kurdistana Îranê!

Bi boney "Rasan" (rabûna)a we li dijî deshilata kultûr a Komara Îslamî bi dirêjahiya çil sal temenê biyom ê wê di Kurdistanê de, rejîma dagîrkera maf û azadiyên we, niha jî bêçar û perîşan e.

We bi bawermendiya xwe bi parastina jîwar û jîngeha me, û b parastina debû resmên bav û kalên me, û bi evîndariya xwe bi esman û xak û av û wargehê me, û bi pêdagiriya xwe li ser xebatê heya desteberbûna mafên xwe, em emegdar kirin ku silavên pirr ji rêz û emegdariyê bişînin ji bo vîn û baweriya hesinîn ya we, ku hûn di nîştimana xwe de, li Rojhilata Kurdistanê û di raserî wargehê Kurdan di Îrana di bin lepê Komara Îslamî de, berevaniyê ji pîroziyan û cudahiyan û kultûrên rengbireng ên gelê me dikin.

We hevdem digel birêkirina îsal û pêşwaziya ji sala nû û newroza "nû", û hevdem digel pêşwaziya ji vekirina dergehê pencereya tîşka (tîrêja) hêviyên xwe, û serbarê gefxwarinan, we zendê xwe hildan û we Kurdistan ji tep û toza saleke din ji temenê Komara Îslamî a dagîrker dakuta û damalî.

We kopka (lûtkeya, kopîtka) ciwaniyên welatê xwe ji panahiya nîştiman ve, we bire hevdîtina Terexê, û bi pêldana ala û sirûda "Ey Reqîb" û govenda hewrî û cemedaniyê, we hawar û gaziya neteweya me di guhên cîhanê de qîrand.

Ji tovê vê xak û xelk û xebatê, ew gel û nîştimana şîn û jîn dibe.

 Silav li bawerî û coşa xebata we

PDKÎ Dezgeha Rêkxistina Giştî

25.12.1397