Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dezgeha Rêkxistina Giştî a PDKÎ: Têkderên jîngeha Kurdistanê rezîl bikin

18:59 - 7 Nîsan 2020

Dezgeha Rêkxistina Giştî a PDKÎ, derheq têkdana jîngeha Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê û kesên girêdayê rejîmê ve, daxwaz ji xelkê Kurdistanê bi taybet endamên PDKÎ dike ku wan kesên ku jîngehê jinav dibin eşkera bikin.

Deqa peyamê wiha ye:

Welatiyên hez kirî!

Xelkê xebatkar û welatperwer ên Kurdistan!

Welat, war, jîngeh û landika xortên me û cihê geşe, perwerde û pêgehandina nifşa me ye.

Welatê avedan û ciwan û xemilandî, nîşandeka kultûr û pêgihîştina xortên wê ye, welatê avedan, jîngeha paqij û deverên xemilandî û ciwan, axa bi xêr û bereket di bin siya xemlêxwarin û pêrigîhiştinê de geşe dike.

Em wekî her keseke wî welatî, di hemberî av, ax û avedanî û hemû aliyên wê de ku çavkaniya berdewamî ya jiyana me ye berpirsiyarin.

Gelê me wê baş dizene ku bi dirêjahiya temenê desthilata rejîm Îslamî ya Îranê di Kurdistanê de, bi berdewamî bi darêtina pîlanan bo kawilkirin, ji bomb û topan ve heya agirberdana bi zanebûn û çendîn pîlanên din yên bi dizî ve di hewla têkdan û jinavbirina jîngeh û war û xwezaya me de ye.

Her niha jî di bin siya wê rejîma gendel û kawilker de, pişkek zaf ji çêrîngeh, çem û ciwaniyên xwezayî yên welatê me ketine ber metirsî û rastî jinavçûnê hatine.

Rejîma gendel, bikêrnehatî û dujminkar digel gel û welatê Kurdan ne dixawze û ne dikare berevanî ji xwezaya welatê me bike, emrazên îdarî û birêveberên rejîmê ku ber bi jinavçûnê ne, hinek din jî jinav biriye û ya jinav neçûyî jî, dezgeha serkut û zilm û kawilkariyê ku bi eşkere di kurdistanê de, dijî jîngeh û avedaniyê ye.

Ew emrazên dijî gel yên rejîma Îranê di Kurdistanê de bi mifahwergirtin ji hindek kesên qazancxwaz û cil yên deveran û xwe bi kêmzan û xirab yên hindek deveran, wî kawilkariyê bi nehênî û dizîve dikin û xwezaya welatê me rastî xisarên qerebû nekirî û ber bi jinavçûnê ve dibin.

Ji ber wê yekê her yek ji me hewceye xwe hemberî wê pirsgirêkê bi seha berpirsiyaretiyê ve helwîstê bigirin û dijî rawestin, bi her awayekî ku bikarin dibe pêşî ji wê kawilkariyê bigirin.

Dezgeha Rêkxistina Giştî a PDKÎ, tevî wê yekê ku daxwaz ji xelkê Kurdistanê dike ku bi hişyariyê ve berevanî ji warê xwe bikin, em bi hemû endam û alîgirên PDKÎ dispêrin ku bi hemû hêza xwe, hewla eşkerekirin û rawestandina pîlanên rejîmê û kesên girêdayê rejîmê di Kurdistanê de bidin.

Hevwelatiyan ji zirarên zêdexazî û destdirêjî li ser xwezaya welatê me agehdar û hişar bikin û wan han bidin ku nekevin dafika qazanc û destkevtên demkurt û bi destê xwe hêlîna nivşa xwe kawil nekin.

Ciwanî û avedanî bo welat

Bextewerî bo gel

Serketin bo çalakvanên parêzvanên jîngeha Kurdistanê

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

 Dezgeha Rêkxistina Giştî

18`ê Xakelêwe a 1399 a Rojî