
Kurdistanmedia: Dezgeha Rêkxistina Giştî ya hizbê di haydarkirinekê de komek xalên girîng ji bo endamên PDKÎ belav kir.
Deqa haydarkirinê wiha ye:
Haydariya Dezgeha Rêkxistina Giştî:
Em hemû endamên PDKÎ haydar dikin ku van xalên xwarê berçav bigrin:
Yekem, Di torên civakî û alavên pêwendîgirtinê de, ji danîn û şandina her cure post, wêne û zaniyarekê ku bibe sedema dirustbûna alozî û pirsgirêkan li hemberî çalakî û karûbarên Hêza Pêşmergê Kurdistanê, xwe biparêz in.
Duyem, di torên civakî de, her cure gengeşe û niqaşkirinek ku zirarê digihîjîne yekrêzî û yekbûna refên rêkxistina hizbê, xwe biparêzin.
Sêyem, rêzgirtin ji bîr û boçûnên cuda, pirensîpeke demokratîk e, û her cure bêrêzî û êrîşkirin û tometlêdan derheqê aliyên din bi her nav û nîşanekê be, ji derveyî pirensîpên rêkxistinê tê hesabkirin, û rê jê re nehatiye dan.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Dezgeha Rêkxistin a Giştî
22 Cozerdana 1397`an
12 Hezîrana 2018`an