Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dezgeha Rêkxistina Giştî ya PDKÎ spasnameyek belav kir

12:42 - 24 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Dezgeha Rêkxistina Giştî ya PDKÎ derheq hewl û tekoşîna endam û alîgirên PDKÎ bona baştir birêvebirina erkên pêspartî di heyama derbazbûyî de, û hindey din baştir û bicoş birêvebirina cejna 2`ê Rêbendanê, spasnameyeke taybet rû li endam û alîgirên PDKÎ belav kir.

Deqa spasnameyê:

Hevalên endam, alîgir û dostên xebatkar ên PDKÎ!

Dezgeha Rêkxistina Giştî ya PDKÎ bi emegdarî û wefa û rêz ve dinihêre çalakî û tekoşîna bêrawestiyan û mandînenasane ya we.

Bêguma çalakiyên we, hêma û nîşana hebûna bihêz û bişiyan ya hizba we ya hezkirî ye di qada xebata rizgariya neteweya me, û di nav cergeya nîştiman û di dil û derûna xelkê rizgarîxwaz ê Rojhilata Kurdistanê de.

Liv û tevgeriyana rûbarîn û rû li vegeşîn û pişkivtina we, hêvinê hêviyê ye di baweriya gel de, û tirs û xofê dixe nava hinavê dijminê dagîrkerê maf û azadiyên me de.

Hûn pêşwaziyê dikin ji bangewaza hizba xwe, û bi birêvebirina erk û wezîfeyên xwe, bi bê tir û silikîn ji Spaha Pasdaran  a zordar, hûn bûne têhn û gurrî û hêvî û evîna xelkê Kurdistanê, bi xebat û xweragirî û pêdagirbûna hizba xwe li ser nerawestiyan heya serkevtinê.

Reng û rûyê xûya ê kar û tekoşîna we li ser rûçikê gund û deşt û çiya û kolanên bajaran bûye kincê bixeml ê bejna Rojhilata welat, û mîdala şanaziyê li pêsîra hizba we ve.

Di Sermawez û Yeldayê de,û di 2`ê Rêbendanê, heybeta rojhejmêra Kurdistanê de, we ew qas serî bilind kir ku rojhilat gerdena xwe hilanî, û dayîka nîştiman ken kete ser lêwan.

Em şanaziyê bi we dikin, her hûn in deng û hawara xebata çiya, hûn in livlivîner û daynemoya rabûna bajar.

PDKÎ

Dezgeha Rêkxistina Giştî ya

04.11.1397