
Zêdebarî gefa Korona yê bo ser canê xelkê Îranê, û rewşa xirabe tendirustiya xelkê û nebûna xizmetguzariyan û piştguh xistina jiyana xelkê ji aliyê rejîmê ve, bi hegera barîna Baranekî zêde, şewa derbas bûyî di 16 Parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de Lehî rabû.
Rabûna Lehiyê li piraniya Îranê, di demekê de ye ku bi hegera Koronayê xelk nikarin derkevin û dibe di malande bimînin, lewma mixabin jiyana xelkê dijvartir bû.
Rêkxistina Heyva Sor a rejîmê ragihand ku di heyamê 72 demjimêrên derbasbûyî de, bi hegera barîna Baranekî bi xor, di 16 Parêzgehên Îranê de Lehî rabû.
Ev Parêzgehên ku têda Lehî rabûye evin: Kirmaşan, Loristan, Isfehan, Elborz, Tehran, Xorasana Başûr, Xorasana Bakûr, Simnan, Fars, Qum, Qezwîn, Kirman, Gulistan, Gîlan, û Yezd.
Her çiqas Ava Lehiyê kevtiye nava zaf Bajar û Gundên wan 16 Parêzgehan, lê heya niha li derbarê xisaran çi zaniyariye belav nebûye.