Di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de li 24 demjimêrên derbasbûyî, 144 kesan canê xwe ji dest dane.
Pêka amarên belavbûyî ji aliyê Wezareta Tendûristiya rejîma Îranê di 24 demjimêrên derbasbûyî de 5 hezar û 841 pêketiyên nû hatine tomarkirin û 988 kes ji wan di nexwşxaneyan de hatine razandin û 144 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Herwisa bajarên Rojhilatê Kurditanê û Îranê pêka rengan di niha de 148 bajar li rewşa sor û 196 bajarên din jî di rewşa narincî dene.
Wezareta Tendûristiya Rejîma Îranê li derheq vaksena Koronayê gotiye ku heta niha 63 miliyon û 274 hezar û 619 kesan doza yekê lêdane û 55 miliyon û 873 hezar û 542 kesan jî doza duyê ku ev amare bi berewird digel welatên din vê yekê dide xuya ku meşa vakisînasoyê di Îranê de gelek lawze.