Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di 26ê Xermananê de, xelkê Kurdistanê terorîzma rejîma Îranê şermezar kirin

18:10 - 16 Îlon 2020

Pêşmergên Bajar, endam û alîgirên PDKÎ di gund û bajarên Kurdistanê de, bi hilkefta 28emîn salvegera terorkirina Dr. “Şerefkendî” û hevalên wî, tevî lidarxistina çalakiyên banghêjî, terorîzma rejîma Îranê jî şermezar kirin.

Pêşmergên Bajar di gundê “Aliyavê” ya girêdayê bajarê “Şino”yê de, bi belavkirina bi 100an trakt û posterên taybet bi 26ê Xermananê, çalakiyên banghêjî lidar xistin û bîr û yada wî şehîdê mezin bilind ragirtin.

Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Seqizê û piraniya kolan û şeqamên bajarê Seqizê de bi belavkirina wêne, trakt û poterên taybet çalakiyên banghêjî, wekî emegnasiyek bo şehîdên “Mîkonos”ê belav kirin.

Di bajarê Bokanê de, bo cara çendemîn e ku Pêşmergên Bajar rêz ji şehîdên “26ê Xermanan”ê digirin û soza wefadariyê dubare dikin.

Di wan cihên Bokanê de çalakiyên banghêjî hatine lidarxistinê: “Felekeya Besîc, Koyê Mihemed, Ferhengiyana 1, meydana Fûtbal, şeqama Fermandarî, felekeya Fermandarî, şeqam û kolanên Mîrava, şeqama Zanko ya Peyamê Nûr, şeqama Îstexir, Abşar, şeqama Termînal, Mizgevta Nûr, şeqama Dadgusterî, kolana Dampizîşkî, şeqama Karger, şeqama Salmendan, şeqama Hacî Şaxe, Nexweşxaneya Qedîm, Xwendingehên Mîravaya Kevin, Mizgevta Camîey Mîrava û sêrêyan a Xaweran”.

Herwisa Pêşmergên Bajar di bajaroka “Nê”yê de, bi nivîsandina silogan, belavkirina nivîsan, belavkirina trakt û posterên teybet bi salvegera terorkirina Dr. “Şerefkendî” û hevalên wî, kolan û şeqam pir ji wan trakt û wêneyan kirin.

Herwisa li ser wê mijarê, di piraniya gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de, endam û alîgirên PDKÎ bi hilkefta 28emîn salvegera terorkirina Dr. “Şerefkendî” û hevalên wî, peyam belav kirine.