Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di 30 parêzgehê Îranê de mamostayan civînên nerizayetiyê lidarxistin

11:13 - 14 Kanûna Paşîn 2022

Gorî daxûyaniya Şêvra hewahengiya pîşeyî mamosta û ferhengiyan li Îranê de, nerizayetî û xwenîşandana Mamosayan li 30 parêzgehên Îranê de birêve çû û li zaf bajaran mamosa rastî êrîş û tundûtîjiya hêzên tepeserkare rejîmê hatin.

Roja Pêncşemiyê 13ê Kanûna Paşîn a 2022an, mamostayên seranserî Îranê li hember nedadperwerî û sitema ku ji aliyê rejîmê ve ji wan tête kirin, dest kirne nerizayetiyê û kombûnên berfireh pêkanîn.

Gorî daxûyaniya Şêvra hewahengiya pîşeyî a ferhengiyan, ev nerizayetî li 116 bajarên mezine Îranê de hate lidarxistin.

Diruşmên mamostayan ev bûn ku divê mamostayên hepsî bêne serbest kirin, Qelem çeka meye, Qelem dê bi ser çeka we de serkewe.

Her di wê derheqê de hevdem digel nerizayetiya seranseriye mamostayan li Îranê de, mamostayan li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî xwenîşandan û ciwînên nerizayetiyê li darxistine.

Li çendin bajarên Kurdistanê de, xwendevan û qutabiyan jî bi armanca piştevaniya ji mamostayan tevlî girseya nerizayetiyê bûn û dirûşm dan.

Gorî zaniyariyan di wan girseyên nerizayetiyê de, û li çendîn bajarên wekî  Şîraz, Meşhed, Tehran, û tête gotin ku dehan kes ji mamostayên nerazî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine binçavkirin.