Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di 32emîn salroja kîmiyabarana gundên Dalaho, gundê Zerde her wisa reng zer e!

18:57 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2020

Di serdemê şerê 8 sale ye di navbera rejîma Îran û Îraqê de, piraniya gundên Kurdistan ê, ji aliyê rejîma “Be`is”ê ve hatine kîmiyabarankirin û gundên “Dalaho”ê jî berketiyê wê cînayetê bûn û bi 100 an kes bi sedema kîmiyabaranê ve, canê xwe ji dest dan û jehirawî bûn.

Îro, 31ê Pûşperê, salroja kîmiyabarana gundên girêdayê bajarê “Dalaho” ya parêzgeha “Kirmaşan”ê ye ku, 32 salan berî niha, di rojekî wekî îro de, gundê “Zerde” ji aliyê rejîma “Be`is”ê ve, kevte ber êrîşa kîmiyayî.

Di encama wê êrîşa kîmiyayî de, %30 a xelkê wî gundî, canê xwe ji dest dan û yên mayî jî, jehrawî bûn ku, rastî çend corên nexweşiya Şêrpencê wekî: “Mêrî, pişik, mei`de, xwînê û pêst”ê hatibûn û hindek jî ronahiya çavên xwe ji dest dan.

Di wî gundî de, tenê di  rojekê de, 275 kesan bi sedema kîmiyabaranê, canê xwe ji dest dan.

Xelkê wî gundî, piştî 32 salan, niha jî êş û azara wê erîşa kîmiyayî dikêşin û rejîmê jî ti cehdek bona dermankirina birînên li ser ceste û ruhê wan nedaye.

Ew di rewşekê deye ku, deverên kîmiyabarankirî, dibe ji aliyê rejîmê ve bêne serdankirinê û hewcehiyên jiyana wan, bo bêne qerebû kirin.