Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di 5 bajarên Îranê de hatûçû dê bê qedexekirin

12:44 - 15 Çirriya pêşîn 2020

Bi sedema belavbûna vîrûsa Koronayê di Îranê de, hatûçû di 5 bajarên Îranê de dê bê qedexekirin û amara tûşbûn û qurbaniyên Koronayê ji astderketiye.

Roja Çarşemî, 14ê Çirriya Pêşîn, Wezîrê Tenduristî yê rejîma Îranê, “Seîd Nemekî” ragihand: “Serkomar û Serokê Sitada Netewî ya Birêveberiya Koronayê, qedexekirina hatûçû di bajarên Tehran, Îsfehan, Urmiyê, Kerec û Meşhedê de pejirandine û ew qedexeya hatûçûyê di teitîlatên bê de, dê cî bi cî bibe.

Werwisa “Seîd Nemekî” ragihand: “Beşek ji welatê Îranê rastî menca 3emîn a belavbûna Koronayê hatiye û pêka lêkolînên karnasên Wezareta Tenduristiyê, rohn bûye ku vîrûsa Koronayê rastî guherînê hatiye û lezgîniya wê vîrûsê zêdetir bûye.

Pêka amara Wezareta Tenduristî ya rejîma Îranê, di 24 demjimêran heta piştî nivîro ya roja Çarşemiyê, 4 hezar û 830 kes tûşî vîrûsa Koronayê bûne û 279 kesan canê xwe ji dest dane.

Rejîma Îranê bi perdepoşkirina belavbûna vîrûsa Korona di despêka hatina Koronayê de, bû sedem ku bi awayekî lezgîn û veşartî, vîrûsa Koronayê li seranserê Îranê belav bibe û xelkê Îranê jî hay ji hebûna wê vîrûsê nebûn.