
Roja 20`ê Kanûna Paşîn çekdarên girûpa terorîstî a DAÎŞ`ê êrîşî li ser girtîgeha Sîna`aya Xiwêroya girêdayî bajarê Hesekê kirin û tevahiya girtîgehê xistibûn bin kontrola xwe de.
Di vê derheqê HSDê daxuyaniyek belav kir ku û ragihandiye: Di êrîşa girûpa terorîstî a DAÎŞ`ê ya li dijî girtîgeha Sîna`aya li Xiwêrana girêdayî bajarê Hesekê de, 121 şervanên HSDê û karmendên girtîgehê şehîd ketin û herwisa 347 çekdarên DAÎŞ`ê jî, hatine kuştin.
Herwisa di vê berxwedaniya şervanên HSD`ê de, Cemal Kobanê û Akîf ku ji endamên rêveberiya ewlehiya girtîgehê bûn şehîd bûne.
HSD` di beşeke din a daxuyaniya xwe de, destnîşan kir ku DAÎŞ hêza xwe ji hin aliyên herêmî û hin dewletan digire û got: “Bê guman ev pilana DAÎŞ`ê berfireh bû û tenê ne êrîşekî navçeyî bû. Li gorî agahiyên di destê me de hene û li gorî îtirafên çeteyên êrîşkar yên ku hatine girtin, qismek ji çeteyên êrîşkar ji herêmên dagîrkirî yên wekî Serêkanî û Til Ebiyadê hatibûn, qismek jî, ji hêla Îraqê hatibûn û herwisa pêka esas, pilan û kiryarên vê êrîşê,ku hatine tespîtkirin ev êrîşa girûpa terorîstî ya DAÎŞ`ê li derveyî sînorên Suriyê hatibû raçandin.