Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di babeşkirina bûdceya Îranê de parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê kêmtirîn bûdce hene

18:04 - 14 Kanûna pêşîn 2021

Pêka amarên rejîma Îranê parêzgehên Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam û herwisa parêzgeha Lurdistanê û Xurasanê kêmtirîn bûdce di sala 1401an a rojî de hene.

Pêka amar û xerîta ku di rojnameya “Itimad”a girêdayê rejîma Îranê de hatiye belavkirinê parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, parêzgeha Tirkemen Sehra(Gulistan), Sîstan û Belûçistan, Erdebêl û Qezwînê kêmtirîn bûdce bo sala 1401an a rojî hene ku di wê xerîtê de bi rengê narincî hatine nîşandan ku bo her kes di wan parêzgehan de kêmtir ji 200 hezar Tumen bûdce hatiye berçav girtin.

Parêzgehên Tehran, Yezd û Bûşehrê ku bi rengê binewş hatine nîşandan bo her kes di wan parêzgehan de zêdetir li milyonek Tumen hatiye berçavgirtin.

Rejîma Îranê ku di destpêka hatine serkar û bi taybet di wan salên dawiyê de siloganên rengawreng bo deverên derdornişîn hejar ên wekî Sîstan û Belûzinstanê û parêzgehên xisarpêketiyên lehiyan û erdhejan wekî Kirmaşan , Îlam, û Luristanê tevî ku ti bûdceyek taybet nedanîne, bûdceya herî kêm bo wan danîne û tev siloganên wan bi rohnî çewtekarî û bo xeletandina hizra giştî bûne.

Di xerîta dabeşkirina bûdceya parêzgehan de bi rohnî bo netewên Kurd, Azerî, Belûç û Tikemenan cudatiyek gelek mezin hatiye danîn û bûdceya wan ji 1 li ser 5a parêzgeha Tehranê kêmtir in.

Bi rohnî cudatîdanînên rejîma Îranê heta di dabeşkirina bûdceyê de jî têne dîtin.