Kurdistanmedia: Hevwelatiyên bajarê Bazirgan, bi sedema bilindbûna nirxa baca gumirikê li ser sînorê wî bajarî, nerazîbûna xwe nîşandan.
Li gorî raportên belavbûyî, peştî vê ku nirxa baca hatûcûna rêvingan li Îran û Kurdistana Rojhelat bo welatên biyanî zede bû, xelkên bajarên wekî, Bazirgan, Xoyî, Mako û heriwsa bajarên din yên Kurdistana Rojhelat, li hemberî wê biryara berpirsên rejîma Îranê, nerazîbûna xwe nîşan dan.
Hevwelatiyan wisa gotin ku, ew biryara bûye sedama wê ku rêvîngên din û xelkên biyanî mifahekî zêdetir jê werbigrin.
binkeyên gumirikê li ser sînorê bajarên Kurdistana Rojhelatê, mifaheke wisa bo xelkê deverê tunebûye, û tenê bo hindek kesan qazanc hebûye ku ev jî girêdayî rejîma Îranê ne û dest li ser wan binkeyên sînorî de girtine.
Beşeke din a dahata binkeyên gumirikan yên li ser sînoran ku li gorî yasayî dibe di destpikê de qazanca wê bo runiştiyên bajarên sînorî be, û her wisa xelkên bajarên din yên Îranê jî di wê gumirikê de kar dikin.
Rejîma Îslamî a Îranê, piştî refrandoma serbixweyî a Kurdistanê, cuda ji wê ku, bo heyamekê binkeyên gumirikê yên di navbera sînorî du aliyan de darxistbûn, paşê jî nirxa bacan zêde kir.