Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di bajarê Bokanê de çalakiya banghêjî hate lidarxistin

12:50 - 7 Nîsan 2022

Endamên PDKÎ li gundê “Hacîlek” yê girêdayê devera “Çomê Mecîdxan” li ser dîvarê goristana gundê “Hacîlek” bi xemilandina alaya Kurdistanê û nivîsîna silogan, pêştevaniya xwe li PDKÎ dubare kirin.

Ew cihê ku çalakî tê de hatiye kirin , hatûçûnek zêde heye û Pêşmergên Bajar bi wê çalakiya xwe dilê xelkê deverê xweş kirin.

Di heyamên derbasbûyî de li Rojhilatê Kurdistanê, bi şêwazên cuda û bi hilkefta Newrozê û 10ê Xakelêwe, “Roja Şehîdên Kurdistanê”, çalakiyên berfireh ên banghêjiyê bi rê ve çûne.