
Şeva derbasbûyî çend çekdarên nenaskirî li bajarê “Ciwanro”yê, êrîş kirine ser xelkê û xisarên canî û malî bi xelkê wî bajarî xistin.
Pêka gotina çavkaniyek agehdar, şeva derbasbûyî 8ê Befranbarê 7 çekdarên nenaskirî ku siwarê matorsîkletan bûn, li bajarê “Ciwanro”yê êrîş kirine ser welatiyan û rasterast teqe ji kafeyekê li ser sêrêyana îdareya Perwerde û Hînkaryiya wî bajarî kirin ku di encam de 3 kes birîndar bûn û xisara malî bi wê Kafeyê kevt.
Herwisa hatiye ragihandin ku di çend cihên wî bajarî de teqe hatine kirin ku bûye sedema tirsîna welatiyan.
nasnameya wan çekdaran hêj bi başî rohin nebûye lê piraniya çavkaniyan dane zanîn ku ew çekdar ser bi girûpek tundrew a Îslamî ya qirêdayê “Wehabiyan” in.
Heyemk e ku Rejîma Îranê mijûlê têkdana aramiya xelkê û afirandine dijayetiyan li navbera xelkê bi taybet di nav xelkê Rojhilatê Kurdistanê de ye û dixwaze bi mijûlkirina hizira xelkê bi wan mijaran, bikare hizra wan ji pirsên netevî bi dûr bêxe, lewma bo afirandina dijayetî û aloziyan di navbera xelkê de ew girûpên tundrew rêk xistine.