Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di bajarê Kamiyaranê de çalakiyek berfireh a parastina jîngehê hate lidarxistin

12:48 - 30 Çirriya paşîn 2021

Di çalakiyek berfireh a jîngehparêziyê de li bajarê Kamiyaranê, xelkê gundê “Pişte” bo parastin û zindîkirina daristanên Zagrosê di berpaniyek 20 hiktarî de toyên daran ên wekî berû û darên xwecihî çandin.

Xelkê gundê “Pişte” bi hevkariya hogirên jîngehê yên bajarê Kamiyaranê û bi beşdariya piraniya xelkê wî gundî, şitl û toyên dare berû, şitl û toyên darê guwîj û çendîn core şitlên darên xwecihî û toyên wan çandine û ew çalakî di berpaniyeke 20 hiktarî de hatiye kirin.

Armaca xelkê ji wê çalakiya jîngehparêziyê, zindîkirina daristanên şewitandî ên wê deverê bûye û jin û zarokan jî di wê çalakiyê de beşdarî kirine.

Herwisa berpirsên rejîmê hewl dane ku rêkxistina wê çalakiya jîngehê ji aliyê xwe ve bidin xuya û fermandarê Kamiyaranê bo çewtekarî çûye wê deverê û di nav wê çalakiyên de hevpeyvîn digel deng û rengê rejîmê kiriye.

Xelkê Rojhilatê Kurdistanê bo zindîkirina daristanên welatê xwe û parastina wan heta niha gelek çalakî bi rê ve birine û heta di wê rêyê de canê xwe jî kirine qurbanî ku yek ji wan şehîd “Şerîf Bacwer” e.