Di bajarê Meşhedê de kesek nenaskirî bi çeqûyê êrîş li ser 3 xwendevanên Olî kiriye û pêka nûçeyên belavbûyî yek ji wan hatiye kuştin û 2 xwendevanên Olî yên din jî hatine birîndarkirin.
Pêka nûçeyên belavbûyî di bajarê Meşhedê de li mizgevta “Îmam Reza” ya wî bajarî, kesekî nenaskirî bi çeqûyê êrîş li ser 3 xwendevanên Olî yên Şî`e yên bi navên “Muhsin Pakdamen, Mihemed Eslanî û Mihemedsadiq Darayî” kiriye û pêka gotina dadsitanê parêzgeha Xurasanê yek ji wan xwendevanên Olî yê bi navê “Mihemed Eslanî” di wê mizgevtê de hatiye kuştin û 2 xwendevanên din jî birîndar bûne.
Dadstanê parêzgeha Xurasanê “Mihemedhisên Durûdî” di wê derheqê de gotiye: “5 kes li derheq vê êrîşê de hatine bincçavkirin ku yek ji wan bikerê vê êrîşê ye û 4 kesên din hevkarên wî bûne”.
Dadstanê parêzgeha Xurasanê îdia kiriye ku bikerê wê êrîşê kesek bi nasnameya biyanî ye.
Herwisa 3 roj berî vê êrîşê li parêzgeha Gulistanê li bajarê Gunbed Kavûsê, di êrîşek çekdarane de 2 xwendevanên Olî yên Sunnî ên bi navên “Gulmeihemed Axund Pêjman û Ebdulrehman Axund Xoce” hatibûne kuştin.
Sedem û armanca bingehîn a wan êrîşan hêj bi tevahî nehatine rohnkirin.