
Êvareya roja Çarşemî 7ê Nîsanê, qobiya “Dorge Seng”ê ya ser bi bajarê Nexedeyê ji aliyê kesên girêdayê rejîma Îranê ve hate şewitandin.
Pêka gotina şahidekê, piştî vê ku agir berbûye wê qobiyê, tenê welatiyên xelkê Nexedê û gundên derdor, bi awayek dilsozane hewla temirandina wî agirî dane.
Şahidan di vê derheqê de dane zanîn, nêzî 40 hiktar ji qobiyê agir pêketiye û xisarek zêde bi jîngehê xistiye.
Herwisa welatiyan bas kirine ku berpirsên rejîmê gelek dereng hatine cihê agirpêketinê û piştî hatinê jî ti hewlek nedane ku wî agirî bitemirînin û tenê mijûlê wênegirtin ji xwe û agir bûne.
Qobiya “Dorge Seng” a Nexwedê li nêzî gundê “Dorge Seng” û li ser rêya “Mihabad-Urmiyê” ye.
Berfirehiya wê qobiyê nêzî 380 hiktar e û giyayên dora wê qobiyê û curên balindeyên ku di wê qobiyê de dijîn, dîmenek ciwan bi sirûşta wê qobiyê dane.
Qobiya “Dorge Seng”, yek ji 17 qobiyên demsalî û hertimî ya bajarê Nexedê ye, ku navê wê qobiyê di “konvansiyona Ramser”ê de hatiye tomarkirin.