Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di bajarê Qumê de agir berdane peykerê Xumeynî

12:14 - 2 Nîsan 2022

Peykerê rêberê berê yê rejîma Îslamiya Îranê “Xumeynî” li meydana Cema`et a bajarê Qumê de hatiye şewitandin û ew çendemîn car e ku peykerên berpirsên rejîmê têne şewitandin.

Peykerê rêberê berê yê rejîma Îslamiya Îranê Xumeynî li meydana Cema`et a bajarê Qumê ji aliyê çend kesan ve hate şewitandin û ew di halekê de ye ku ew roj salvegera binav refrandoma rejîma Îslamiya Îranê bû ku di sala 1358an di wê rojê de bi rê ve çûbû.

Berê li bajarê Îsfehanê, peykerê Xumeynî û tabloyên ku navê Xumeynî li ser bûn ji aliyê xelkê ve hatine şewitandin.

Herwisa midetek berî niha jî, peykerê terorîstê xwînxwar, Qasim Silêmanî jî, li Şehrê Kurd hatibûne şewitandin.

Ew çendemîn car e ku peykerên berpirsên rejîmê û benêr û tabloyên ku navên berpirsên rejîmê li ser wan hatine nivîsandinê di bajarên Îranê de têne şewitandin û şewitandina wan peykeran bûye şêwazek ji nîşandana nerizayetiya xelkê.