Di parêzgeha Urmiyê de û bi taybet li bajarên Selmas û Şinoyê de herifîna erdê bi awayek metirsîdar zêde bûye û tevî xisarên malî bo werzêran metirsiyeke micid li ser avahiyan, rê û canê mirovan heye.
Birêveberê Kompaniya Ava Deverî ya Parêzgeha Urmiyê “Yasir Rehberdîn” di vê derheqê de ragihandiye: “Her salê 32 milyon metra 3cî zêdetir ji ava standard ji kanên binerdê tê derxistin û niha kêmbûna ava kanên binerdê di heyama 30 salên derbasbûyî de gihîştiye bi 930 milyon metra 3cî ku eva jî cihê nigeraniyê ye”.
Herwisa navbirî îtiraf kiriye ku bi sedema nedana ava avbendan bi beşeke zêde ji werzêrên deverê, ew neçar mane ku bîrên avê lêdin.
Mifahvergirtina zêde ji kanên binerd ên avê dibe sedem ku valatî di bin erdê de çê bibin û di wan cihan de erd biherife.
Hewisa hatiye baskirin ku bi sedema bikaranîna zêde ji xizên çeman û ava kanên binerd ên avê li bajarê Şinoyê, ew dever jî rastî rûçûna erdê hatiye û bi qasî 30 santîmetran erdê wê rû çûye.