Roja Çarşemî 15ê Hezîranê, 13 endamên Sendîkaya Mamostayan li bajarê Seqiz yê girêdayî parêzgeha Sineyê yên bi navên “Awat Rezewî, Tahir Hamidî, Luqman Ellahmuradî, Ehmed Qadirî, Keywan Ehmedî, Xalîd Şêxî, Enwer Fereczade, Selah Husênî, Xalîd Ebdullahî, Mihemed Fetahî, Silêman Ebdî, Ezîz Merezî û Selah Surxî”, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine binçavkirin.
Îdareya Îtila`at û Îtila`ata Spaha Pasdaran li bajarê Seqizê, bi rêya telefonê ve gef li mamostayan xwarine ku ji beşdabûn li kombûna mamostayan ku biryar bû li 16ê Hezîranê bi rê ve here, xwe biparêzin.
Şêwraya Hevahengî ya Sendîkaya Mamostayên Îranê di berteknîşandanekê de li derheq binçavkirin û banghêjkirina mamostayan ku bi armanca rêgirîkirin ji birêveçûna kombûnên nerizayetî li roja Pêncşemiyê 16ê Hezîranê hatibûne encamdan, ragihand: “Binçavkirin, banghêjkirin û gefxwarin, nikare rê ji îradeya me bigire”.