Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di bajarê Seqizê de alîkarî bo malbatên hepsiyên siyasî kom kirin

12:51 - 24 Adar 2020

Alîgirên PDKÎ di bajarê Seqizê de, serdana malbatên hepsiyên siyayaî û kêmdahat kirine û alîkarî dane wan.

Ew hewla dilsojan û alîgirên Hizba Demokarat bi hilkefta newroza Kurdewarî û nûbûna sala Kurdî bûye.

Ew alîgirên Hizba Demokrat li bajarê Seqizê bi alîkariya kesên dilsoj, alîkarî kom kirine û di navbera malbatên hejar, kêmdihat û malbatên hepsiyên siyasî de parvekirine.

Xelkê Kurdistanê di heyama rojên derbasbûyî de, di çendîn bajarên din de yek ji wan bajarê Sineyê bû alîkarî kom kirin û di ser malbatên kêmdahat de parvekirin.

Birêveberên wê helmeta komkirina alîkariyê ragihandine: “Me ji rûyê erkê netewî û exlaqî ve ew kare kiriye.”

Herwisa xelkê Kurdistanê wek rêzdanan ji xweragirî û emegnasiya hepsiyên siyasî di hember netewe û nîştiman de alîkariya malbatên wan didin.

Piştî belavbûna vîrûsa Koronayê û bê kîfayetiya berpirsên rejîma Îranê di kontirolkirina wê krîzê de, xelkê Kurdistan bi awayekî xwebexiş, kempêna “Parêzvanê Jiyanê” ragihandine ku tevî dijegendkirina bajarên xwe, bi komkirina hewcehiyan û belavkirina wan bi ser malbatên hejar de bi awyekî çalakane hewil dane.