
Di bajarê Seqizê de pizîşkê bispor ê gurçikan nîne û eva jî pirsgirêkek mezin bo xelkê vê deverê afirandiye.
Çendîn sal e ku bajarê Seqizê ji pizîşkên bispor bi taybet pizîşkên bispor ên gurçikan bêpar e û xelkê wî bajarî çendîn caran nerizayetiya xwe li derheq nebûna pizîşkên bispor nîşan dane, lê tevahiya soz û gotinên berpirsên pêwendîdar heta niha çewt bûne û ti pêngavek bo çareserkirina wê pirsgirêkê nehatiye hilgirtin.
Di sala derbasbûyê de, berpirsên Zanîngeha Zanistên Pizîşkiya Seqizê û Birêveberê Tendirustiya Seqizê, di çendîn hevpeyvînan de soza danîna beşa “Orolojî” û anîna pizîşkê bispor ê gurçikan dabûn, lê sozên wan bi çewt derketin.
Herwisa di bajarê Seqizê de, pizîşkên bispor ên beşên wekî beşa xwînê û beşa pişikan tinînin û pirsgirêka kêmbûna pizîşkên “Çav, pêst û …hwd” jî heye.