Hejmarek latûlût û çeqûkêş li bajarê Serdeştê bi alîkariya Spah û îtila`ata rejîmê, êrîşî li ser xelkê wî bajarî û kerameta van dişkênin û sam û tirsê dêxîne nav xelkê bi taybet li nav keçên wî bajarî.
Xelkê bas kiriye ku ew latûlût bi demance û çeqûyan êrîşî li ser geştiyaran dikin û bi gef û tirsandinê jin û keçên wan digel xwe dibin û destdirêjiyê li ser wan dikin û filman ji wan hildigrin û wekî bac û şantajê bi kar tînin û pere û zêran ji wan distînin.
Nasnameya çend kes ji wan latûlûtan wekî “R. K, Ş.Q, K.M, S.R, R.H û çendîn kesên din” in ku çeteyek bo rojreşiya xelkê ava kirine û tevî destdirêjiyên cinsî, madên hişber li nav xelkê de belav dikin.
Herwisa çend karbidestên serekî ên rejîma Îranê li bajarê Serdeştê, ên wekî “H.K û L.Z” xelkê hînê ticaret û berhemanîna madên hişber kirine.
Xelkê bajarê Serdeştê bo rêgirîkirin ji wan latûlûtan, ji tev alî û qatên civakê daxwaz kirine ku hevkariya wan bikin.
Rejîma Îranê bo tepeserkirina xelkê Kurdistanê, tev alav û şêwazan bi kar tîne û yek ji wan şêwazan, hin kesên bê îrade ên xwecihî ne ku bi hêsanî dikvine dava dujminê dagîrker.