Roja Înê 26ê Çiriya Paşîn bernameyek hevpar a jîngehparêziyê ji aliyê “Encumena Cemîyeta Kurdistana Sewz, Şiney Newjînî Kurdistan û girûpa Çiyagerî-Çandiya Çilçeme”yê li bajarê Sinê hate lidarxistin.
Di wê çalakiyê de tevî çalakvanên jîngehparêz û xelkê wî bajarî, zarokan jî beşdariya wê çalakiyê kiribûn û sirûdên jîngehî disitrandin.
Armnca wê çalakiya jîngehparêziyê, çandina toyên darên “Badem, Qezwan û berû” û herwisa çend core darên din ên xwecihî û çandina şitlên daran bû.
Berî lidarxistina wê çalakiya jîngehparêziyê, ji aliyê wan encumenan ve tevahiya jîngehparêzan, çiyageran, çalakvanên medenî û hemû xelkê bajarê Sineyê hatibûne banghêjkirin ku beşdarê wê çalakiya jîngehparêziyê bibin.