Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di bajarê Sineyê de rêz li şehîd “Bacwer û hevrêyên wî hate girtin

14:04 - 8 Kanûna Paşîn 2022

Roja Înê 17ê Befranbarê, çalakiyek bi beşdariya zêdetir ji 300 kesan ji xelkê parêzgeha Sineyê, bi armanca rêzgirtin li şehîd “Bacwer” û hevrêyên wî hate lidarxistin.

Di wê çalakiyê de Encumena “Sewz a Çiya” û girûpa Çiyagerî û jîngehiya Sineyê bi ser çiyayê “Awiyer”ê bi ser ketin.

Di wê çalakiyê de jin û mêr ên bi temenên cuda beşdar bibûn û bi silogana “Şehîdên Jîngehê hûn şewitîn da ku niştiman neşewite”, rêz li şehîd “Bacwer” û hevrêyên wî girtin.

Şehîd “Şerîf Bacwer” ê ji dayîkbûyê sala 1350an a Rojî, çalakê medenî û endamê Encumena “Sewz a Çiya” bû; Şehîd “Şerîf Bacwer” rolek bingehîn di parastina jîngeha Rojhilatê Kurdistanê û bi çandîkirina parastina jîngehê de hebû, lê mixabin di 3ê meha Xezelwera sala 1397an a Rojî de di pîlenek rejîmê de hate şehîdkirin.

Şehîd “Şerîf Bacwer, Omîd Konepoşî, Rehmet Hekîmîniya û Mihemed Pejûhî”, 3 sal berî niha di dema temirandina agir li gundê “Pêle”yê ser bi Merîwanê, di bûyerek cihê şik û gumanê de tûşî şewatê bûn û canî xwe ji dest dan.