Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di bajarê Urmiyê de nirxa alavên maşînan %100 bilind bûye

10:45 - 24 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Piştî bilind bûna %300 a nirxa benzînê, vê carê jî dora nirxa alavên maşînaye ku di bajarê Urmiyê de %100 bilind bûye.

Tevî vê ku berpirsên rejîmê soz dabûn ku, piştî bilindbûna nirxa benzînê, pêşî li bilindbûna hemû tiştên destpêkî yên jiyana xelkê û alavan bigre, lê ne ku nekarî pêşiyê lê bigre, belkî nirxa wan tiştan çend hember bilind bûne.

Pêka raporên ku di vê derheqê de hatine belavkirin, piştî bilindbûna nirxa benzînê, vê carê jî nirxa parçeyên yedekî yên maşînan in ku di bajarê Urmiyê de %100 bilind bûye, her eve jî wisa kiriye ku xelkê hejar nerizayetiyên xwe nîşan bidin.

Welatiyên bajarê Urmiyê dane zanîn ku, tevî vê ku rewşa bazaran pir xirabe, lê tiştên sexte û bê kalîte tînine bazaran, û di wî bajarî de tiştên baş dest nakevin.

Ji aliyek din ve jî, nirxa gaza LPG her wekî xwe maye û dora gazên kepsulî jî her berdewam e.

Nêzî heftiyekê zêdetir e ku xelkê bajarê Urmiyê bo yek gaza kepsulî dibe demjimêran di dorê de bisekînin.

Tevî vê ku bi demjimêran di dora gazan de disekînin, nirxa gaza LPG her wekî xwe maye û her kepsuleke gazê bi 25 hezar tumenî jî nayê peydakirin.

Xelkê bajarê Urmiyê û bi giştî xelkê Îran û Kurdistan, li destê wê rejîma serkutkar bêzar bûne, û her rojê nirxa tiştekê bilind dike û ti fikrekî bo halê xelkê nake.